Avahiyên li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguherîne nuqteyên leşkerî

Kamereya me avahiyên ku komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê veguherandine nuqteyên leşkerî şopandin.

27 kanûn, 2025   21:26
HELEB

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bi dest xistine, di çarçoveya binpêkirinên komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, koman hejmarek avahiyên sivîl veguherandine nuqteyên leşkerî.

Ji wan avahiyan, Nexweşxaneya Texesusî ya Sûrî - Fransî, dibistana El Kelîme, dibistana Ebdulletîf Neinai, dibistana Îskenderon, dibistana Elî Nîdal Doya, nexweşxaneya Estoriyan, mizgefta Îbrahîm Bin El Edhem, avahiya Gerînendetiya Çandiniyê ya Helebê û mizgefta El Seîd. Li kêlek wan jî bi dehan kargehên derdora herdu taxan jî ji bo xalên leşkerî kirine nuqte û çek li ser banên wan hatin danîn.

Nûçegihan da zanîn ku koman hin malên welatiyan li taxa Suryan a nêzî taxa Eşrefiyê vala kirin û kirin nuqteyên leşkerî.

Kamereya ajansa me veguherandina avahiyên sivîl di serî de malên sivîlan ji bo nuqteyên leşkerî li derdora rêya Ewarid, nexweşxaneya Estoriyan, Gerînendetiya Çandiniyê û mizgefta El Seîd, belge kir.

Hemwextî van binpêkirinan sewqiyatên leşkerî yên komên hikumeta veguhêz li derdora herdu taxan hatine bicihkirin, her wiha koman bi armanca talankirinê ji welatiyan xwest ku ji malên xwe derkevin û balafirên bêmirov ên biçek li asîmanê herdu taxan gerandin, heta niha jî balafir li asîman digerin.

(mh/fr)

ANHA