Li Helebê 2 xwendekarên zanîngehê hatin revandin

Komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 2 xwendekarên zanîngehê yên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dema ji zanîngehê vedigerin malên xwe, revandin.

Li Helebê 2 xwendekarên zanîngehê hatin revandin
27 kanûn, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav bûne, xwendekarê sala duyemîn a endazariya sivîl Bangîn Ebod û xwendekarê sala yekemîn a endazyariya sivîl Ehmed Welîd Omer ên ji her du taxan revandin.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî malbatên her 2 ciwnên navborî, her du xwendekar li Fakulteya Endezyariya Sivîl a Zanîngeha Helebê dersên xwe dibirin, lê dema vedigeriyan hatin revandin. Têkiliya dawî bi wan re saet 12:00ˊan de bû.

Şahidên ji devera Suryan, bi taybetî ji Kolana El Zihor a ku ber bi taxa Eşrefiyê ve diçe, diyar kir ku wan her du ciwan dîtin ku di bin gefa çekê de ji hêla komên hikumeta veguhêz ve tên revandin. Ew bûyer saet di 12.30ˊan danê nîvro ya îro bû.

Ajansa me banga nivîskî ji malbatên her du xwendekaran wergirt ji bo raya giştî were parvekirin. Banga malbatan wiha ye:

"Ji bo kesên eleqedar

"Em, malbatên xwendekar Bangîn Ebod û Ehmed Welîd Omar in, bi vê banga lezgîn ji we re radigihînin ku îro saet di 12:00'an de danê nîvor têkilî bi zarokên wan re qut bû.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, zarokên me bi awayekî bêserûber li "Benda kontrolê ya Zihor" hatine sekinandin, bêyî tu hinceteke, ji ber tenê ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve tên girtin.

Em diyar dikin ku ev her du ciwan xwendekarên zanîngehê ne, tu têkiliya wan bi çalakiyên siyasî re tune ye, armanca wan tenê şopandina zanista xwe ye.

Em banga destwerdana lezgîn dikin ku aqûbeta her duyan were aşkerakirin û werin berdan, da ku xwendina xwe temam bikin.

Em bang dikin ku pêwîst e xwendekar ji nakokiyan dûr werin hiştin û korîdorên ewle werin dabînkirin da ku ew bêyî astengiyan an jî girtinên bêserûber bigihînin navend û zanîngehên xwe.

Em bi hêvî ne ku aliyên eleqedar bi lez tev bigerin ku vê mijarê ji aliyê vîzyona mirovî û yasayî ve çareser bikin.

Malbatên her du xwendekaran; Bangîn Ebod û Ehmed Welîd Omer.

(ac/fr)

ANHA