Komên çeteyan bombeyên gazê avêtin hundirê Nexweşxaneya Xalid Fecir

Çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk a dagirker, li gel êrişên bi tang, top û dronan, bombeyên gazê avêtin hundirên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir.

Komên çeteyan bombeyên gazê avêtin hundirê Nexweşxaneya Xalid Fecir
10 ÇILE, 2026   15:02
HELEB

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, komên çeteyan ku ev 3 rojin bi hemû cure çekan êrişî nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsud dikin, niha jî bombeyên gazê di avêjin hundirê nexweşxaneyê. 

Bombeyên gazê  mirovan bê  nefes dihêlin û xeteriya jiyanê çêdikin. Li Hundirê  nexweşxaneyê jî nêzî 100 nexweş, birîndar, jin û zarok hene. 

(ekip)

ANHA