Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama krîza dil de şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku endamê wan Besam El Marî di encama krîza dil de şehîd bûye.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama krîza dil de şehîd bû
10 ÇILE, 2026   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev agahî parve kirin:

“Yek ji endamên hêzên me li kantona Dêrazorê roja Şemiyê (10 Çile) dema ku erka xwe ya parastina ewlehiyê pêk dianî, piştî krîza dil şehîd bû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji hêzên xwe re û malbata şehîd Besam El Marî re dixwazin. Em li ber qehremaniya şehîdên xwe yên ku hemû hêza xwe dan û canê xwe ji bo parastina malbat û gelê xwe feda kir, bi rêz û hurmet bejna xwe ditewînin. Em piştrast dikin ku em ê li ser rêya şehîdbûnê berdewam bikin heta ku ewlehî û aştî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdest bibe.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Besam El Marî
Navê Dayikê: Eliya
Navê Bav: Salih
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor, Şûmeytî, 1988
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: El Kesra, 30 Cotmeh 2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor, 10 Çile 2026