Rûspiyan piştgirî da berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Rûspiyên kantona Cizîrê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî silav kir û got, berxwedan û parastina taxan mafekî rewa ye.

Rûspiyan piştgirî da berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
10 ÇILE, 2026   14:59
HESEKÊ

Meclisa Şêx û Rûspiyan a Kantona Cizîrê bi tevlêbûna endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kantona der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li bajarê Hesekê bi amadebûna rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên kantonê  ji aliyê nûnerê meclisê Fehed Şêxanî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku dighêjin asta sûcên qirkirinê û hedefkirina hebûnê bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan red dikin.

Em piştgiriya xwe ya siyasî, manewî û lojîstîk bi xelkê me yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re radighînin û piştgiriy didin biryara meclisa wan a berxwedanê û parastina taxên xwe. Em ji her kesî re dibêjin, nabe tu alî bi darê zorê şêniyan ji malên wan derbixin an jî guhertine demgorafîk li ser wan ferz bike. Erd ê xwediyê wê yê berxwedêr e. Em bang li gelê xwe dikin ku neyên lîstok û şerên taybet ku dijmin dimeşîne. Çanda berxwedanê  ku di rihê Şêxmeqsûdê de kokdar e dê planên wêrankirinê têk bibe. Em berxwedana şervanên li eniyên berxwedanê silav dikin û dibêjin wê serkeftin para gelê xwedî îradeya azad be."

(b)

ANHA