Jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Mala Jinan a Til Temirê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermear kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
22 kanûn, 2025   15:23
HESEKÊ

Mala Jinan a bajarê Til Temirê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Daxuyanî li parka Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û jinên bajar ji aliylê rêvebera Mala Jinan Hedla Ebdulwehab ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan dîwarê girtîgehê derbas kir û gihaştin tevahî gelên cîhanê.

Her wiha hate gotin, têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan îsbat kiriye û girîgeh nikarin heqîqetê tune bikin, lê vediguherîne qada têkoşînê û ramanên azad ku pêşkêşî mirovahiyê dike.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Rojavayê Kurdistanê hêz, têkoşîn û helwesta xwe ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin û têkoşîna jinan a ji bo azadî û edalet û avakirina civakeke demokratîk û exlaqî di felsefeya wî de hatiye dîtin.

Jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, diyalog û temamkirina pêvajoya aştiyê kir. Di dawiya daxuyaniyê de jî diyar kir ku  dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

(b)

ANHA