Şaredariya Gel a Hesekê dest bi asfaltkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Hesekê di çarçoveya plana xwe ya 2026’an de dest bi asfaltkirina kolanên sereke û yên taxan kir.

Şaredariya Gel a Hesekê dest bi asfaltkirina rêyan kir
2 hezîran, 2026   14:56
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Hesekê di çarçoveya plana projeya xwe ya 2026’an de, di destpêka havînê de dest bi asfaltkirina kolanan kir.

Li gorî planê şaredarî dê li nava bajêr kolanên Mehetê, Dolab Iwês, Koleja Çandiniyê û her wiha ji Çerxerêya Xeşman heta Çerxerêya Talaî û Çerxerêya Pîşesaziyê asfalt bike.

Hevseroka Şîrketa Dîcla ya Asfaltê Nisrîn Ehmed diyar kir ku budçeya ku ji bo projeyê hatiye veqetandin têra tevahiya bajêr nake, lewma ew ê tenê kolanên herî zêde zirar li wan bûye asfalt bikin.  

Nisrînê diyar kir ku rêyên ku dê werin asfaltkirin nêzî 25 hezar metreçargoşe ye.

Di demên dawî de, şêniyên Hesekê li ser rewşa xirab a rêyên sereke û yên taxan gelek gilî kirin û ji şaredariyê xwest rêyan sererast bike.

(k)