Koma Dihokê li mîhrîcana Rojava ye: Em li mala xwe ne

Di mîhrîcana govendê ya li Qamişlo berdewam dike de, Tîpa Dihokê ya Hunera Milî jî cih digire. Endamê Komê Mîr Ezîz diyar kir ku tevlîbûna wan a mîhrîcanê hesteke gelekî xweşe û ew hîs dikin ku li mala xwe ne.

Koma Dihokê li mîhrîcana Rojava ye: Em li mala xwe ne
17 îlon, 2025   06:00
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

7`emîn Festîvala Govendên Gelerî ya Şehîd Ronahî Bawer ku 15`ê Îlonê (2025) bi beşdarbûna 23 komên govendê yên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr, Ermen, Çerkez, Êzidî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê dest pê kir, berdewam dike. 

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de, Tîpa Dihokê ya Hunera Milî ku ji bajarê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê hatiye jî, hunera xwe pêşkêş kir.

Derbarê tevlîbûna komê ji bo mîhrîcanê de me nerîna yek ji endamên koma Dihokê Mîr Umer Mihemed Emîn Ezîz girt.

Mîr Ezîz diyar kir ew kêfxweş in ku hatine herêmê û wiha got: “Beriya niha me bawer nedikir ku rojekê ji rojan derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, beşdarî festîvalê bibin. Dema em hatin Rojava me dît hemû kes bi zimanê Kurdî diaxivin, ev jî ji bo me hesteke gelekî xweş e û em wisa hîs dikin ku em li mala xwe ne, em ne li cihekî biyanî ne.”

Mîr Ezîz destnîşan kir ku ew asta hunerî û çandî li Rojava baş dibînin, wan bi beşdariya xwe xwest ku bêhtir rengê hunerê li herêmê bibînin, pê re jî xwestine ku çanda aliyê xwe jî ji bo gelên li Rojava pêşkêş bikin.

Mîr Ezîz birêxsitinkirina festîvalên çand û hunerî gelek baş nirxand û hêvî kir ku salên pêş festîval bi awayeke berfirehtir bên li dar xistin.

Koma Milî ya Dihokê sala 1997`an ve hatiye avakirin, yek ji komên li Başûrê Kurdistanê ye û 30 endamên ji pêkhateya Kurd, Kildan û Ermen cihê xwe tê de digirin.

Festîvala Govendên Gelerî ya Şehîd Ronahî Bawer wê heta 17`ê Îlonê dom bike.

(a)

ANHA