Jinên Helebê piştgirî da serhildana "Jin Jiyan Azadî"

Bi sedan jinên bajarê Helebê piştgiriya xwe ji serhildana "Jin Jiyan Azadî" re dubare kirin û destnîşan kir ku vê serhildanê li seranserî cîhanê deng veda û bû fikr, felsefe û têkoşîna jinên berxwedêr.

Jinên Helebê piştgirî da serhildana "Jin Jiyan Azadî"
Jinên Helebê piştgirî da serhildana "Jin Jiyan Azadî"
Jinên Helebê piştgirî da serhildana "Jin Jiyan Azadî"
Jinên Helebê piştgirî da serhildana "Jin Jiyan Azadî"
Jinên Helebê piştgirî da serhildana "Jin Jiyan Azadî"
Jinên Helebê piştgirî da serhildana "Jin Jiyan Azadî"
16 îlon, 2025   19:45
HELEB

Îro salvegera 3'yemîn a serhildana "Jin Jiyan Azadî" ye. Serhildana ku ji ber qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê "Polîsên Exlaqê" yên desthilata Îranê ve derketiye.

Ji bo bibîranîna vê serhildanê û şermezarkirina binpêkirinên li dijî jinan li Rojhilatê Kurdistan, Îran û cîhanê, Kongra Star çalakiyek li bajarê Helebê li dar xist. Çalakî li çerxerêya Şehîdan a taxa Eşrefiyê hat lidarxistin û tê de bi sedan jin beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Helebê Nesrîn Mihemed got ku silogana "Jin Jiyan Azadî" êdî bûye fikr û felsefeyeke cîhanî.

Endama Koordînasyona Kongra Star Reyhana Elo jî got: "Jîna Emînî nimûneya jina Kurd a ciwan a ku li hemberî rejîma faşîst a Îranê li ber xwe dide ye."

(mh/şx)

ANHA