Li Siwêdayê trajediya malbatekê

Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz birayek û 2 kurên Darînê qetil kirine, bavê wê jî revandiye ku heya niha aqûbeta wî nayê zanîn. Her wiha mala wê jî şewitandin.

Li Siwêdayê trajediya malbatekê
17 îlon, 2025   07:45
SIWÊDA

Di meha Tîrmehê ya borî de êrişên dijwar li Siwêdayê hatin kirin û di navbera komên ser bi hikumeta veguhêz ve û şervanên xwecih de şer derket. Di encamê de nêzî 2 hezar û 38 kes hatin kuştin. 

Di wan bûyeran de gelek serpêhatiyên trajedîk derketin. Yek ji wan serpêhatiyan jî ya jina bi navê Darîn Ednan Ridwan (37) e. Darîn kurên xwe Basil Fîda Ezam (17) û Heyder Fîda Ezam (14), her wiha birayê xwe Fîras Ednan Ridwan di wan bûyeran de ji dest dane. Bavê Darînê jî di serdegirtina mala wê de ji aliyê çekdarên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz ve hat revandin. Aqûbeta bavê Darînê hîna ne diyar e.

Darînê destnîşan kir ku di 15’ê Tîrmehê de 15 çekdaran bêyî destûra fermî bi ser mala wê de girt. Darînê bi bîr xist ku çekdaran gotinên xirab ji jinan re kirin, bi gefa çekê jî zincîra dayika wê ji gerdena wê kişandin û dizîn. Her wiha mêrên di malê de destgîr kirin û jin ji malê derxistin.

Darînê anî ziman ku roja piştî vê bûyerê 2 kurên xwe (Basil û Heyder) û birayê xwe Fîras kuştî dîtin û mal bi temamî hat şewitandin. Darîn piştî ku hezkiriyên xwe ji dest dan, bi tenê maye.

(bb)

ANHA