Kolanên Los Angelesê veguherîn qadên pevçûnan

Kolanên Los Angeles veguherî qada pevçûnan di navbera polîsan û wepêşanderên ku ji siyaseta koçberiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump hêrs bûne .

Kolanên Los Angelesê veguherîn qadên pevçûnan
9 hezîran, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reuters û CNN, kolanên Los Angeles roja Yekşemê veguherî qada pevçûnên di navbera polîs û xwepêşanderên ku ji siyaseta koçberiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump hêrs bûne.

Çavkaniyan eşkere kirin ku 2 efserên polîsan di encama lêdana motorsîklêtê de birîndar bûne û bi hezaran xwepêşander rê girtine û otombîl şewitandine.

Polîsan ji bo belavkirina xwepêşanderan gaza rondikrêj û guleyên plastîkî bikar anîn, er wiha hêzên Parastina Neteweyî hate bicîh kirin ji bo parastina dezgehên federal, bi taybet navendek binçavkirinê ya ku vê dawiyê koçber lê hatibûn girtin.

Trump got ku hêzên Parastina Neteweyî dê "bi tundî bersiva her êrişkariyekê bide" û gef xwar ku heke rewş xirabtir bibe dê dê hêzên deryayî (Marîn) bişîne. Her wiha got, "Ez ê serhildanek din mîna ya ku di dema Biden de qewimî, tehemûl nekim."

Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom ev biryar rexne kir, û got ew "hewldanek ji bo afirandina aloziyeke ku tune ye" û banga aramiyê kir.

Ev xwenîşandan piştî girtina 44 koçberan pêk hat, ku bû sedema hêrsa gel ku ev roja sêyemîn e berdewam dike.

(k)