Çekdaran gule li Katedrala Umm El Zinar a Humsê barandin

Çekdarên nenas Li bajarê Humsê yê Sûriyeyê çekdarên nenas Katedrala Umm El Zinar a dîrokî gulebaran kirin.

Çekdaran gule li Katedrala Umm El Zinar a Humsê barandin
9 hezîran, 2025   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, Yekşemê, çekdarên nenas gule li Katedrala Um El Zinar a dîrokî, ku girêdayî civaka Suryaniyên Ortodoks e, li taxa Bustan El Dîwan a Humsê barandin. Li gorî Navenda Sûriyeyê ya Mafên Mirov di êrişê de tu ziyanên mirovî çênebûn.

Ev êriş di nava şêniyên taxê û endamên civaka Xiristiyanên bajêr de bû sedema tirsê. Çavkaniyên xwecihî tirsa xwe anîn ziman ku ev êrîş dibe destpêka êrişên din li ser cihên olî.

Mitraniya Suryaniyên Ortodoks li Hums, Hama û Tartûsê bi daxuyaniyeke fermî ev êriş şermezar kir û ew wekî "binpêkirina pîroziya cihên olî û êrişeke li dijî aştiya naxweyî û jiyana hevbeş" bi nav kir. her wiha bang li rayedarên peywendîdar kirin ku lêpirsînek lezgîn pêk bînin û ji bo parastina cihên pîroz tedbîran bigirin.

Katedrala Um El Zinr yek ji kevintirîn dêrên Rojhilata Navîn e û xwedî girîngiyeke olî ya mezin e ji ber tê bawerkirin berbelav ku kembera Meryem li wir e, ji ber vê yekê jî ew ji bo xiristiyanên Sûriyeyê û herêmê cihekî girîng e.

(k)