Koçberiya ji Efrîn û Şehbayê: Çîrokên êş û hêviyê

Çîrokên koçberên Efrînê û Şehbayê ne tenê êş û azaran vedibêjin, lê nîşaneya xweragiriya li hember zilm û binpêkirinan in.

Koçberiya ji Efrîn û Şehbayê: Çîrokên êş û hêviyê
Koçberiya ji Efrîn û Şehbayê: Çîrokên êş û hêviyê
Koçberiya ji Efrîn û Şehbayê: Çîrokên êş û hêviyê
Koçberiya ji Efrîn û Şehbayê: Çîrokên êş û hêviyê
Koçberiya ji Efrîn û Şehbayê: Çîrokên êş û hêviyê
Koçberiya ji Efrîn û Şehbayê: Çîrokên êş û hêviyê
14 kanûn, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li aliyekî dengên teqîna guleyan û yê tankên dewleta Tirk a dagirker, li aliyê din bêrêziya çeteyan û serma. Di rewşeke wiha de bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê ketin rêwîtiyeke nû ya koçberiyê. Mal û xewnên xwe li dû xwe hiştin, bîranînên êş û hêviyên vegera malên xwe bi xwe re hilgirtin.

Li kampa demkî ya li bajarokê Çilaxa yê kantona Cizîrê, Zemçî Ebdo behsa rêwîtiya xwe ya bi darê zorê kir.

Zemçî Ebdo bavê 4 zarokan e. Piştî ku Efrîn di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin, destpêkê ji gundê xwe yê li Efrînê koçber bû û li Şehbayê bi cih bû. Bi hêviya ku vegere bajarê xwe, bi salan di şert û mercên giran ên jiyanê de li ber xwe da. Lê êrişa dawîn a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ew neçar kir ku ji welatê xwe derkeve.

Ebdo êşên xwe wiha vegotin: "Çeteyan em bi zorê ji erebeyên me derxistin û me hemû tiştên xwe li dû xwe hişt. Em neçar man di sermaya dijwar de bimeşin. Ew kêlî ji bo zarokên min ên ku bi min re demeke dirêj meşiyan, dijwar bû, tiştek tune bû wan ji sermayê biparêze.”

Ebdo wiha pê de çû: “Dema ku ez vegeriyam ku erebeya xwe bînim, min dît ku wan ew gulebaran kiriye. Ew ji bo me peyamek bû ku cihê we li vir tune ye, hûn Kurd in, divê hûn venegerin. Ew peyamên dijwar bûn, lê em dev ji mafê xwe yê vegerê bernadin.”

RÊWÎTIYA MUZÎKJENEKÎ KOÇBER

Li quncikekî din a kampê, Kamîran muzîkjenê ku navenda fêrkirina zarokan li şûna xwe hişt, rêwîtiya xwe ya koçberiyê vegot: “Dema ku êrişan dest pê kir, min tenê amûra xwe ya muzîkê hilgirt û bi peyatî derketim. Erebeya ku malbata min tê de bû, cih ji min re nema, ji ber vê yekê ez bi saetan di nava sermaya dijwar de meşiyam. Ji sermayê lingên min pûç bûn, min nema karî bimeşim, heta ku yekî ji koçberan alîkariya min kir û ez bi erebeya xwe anîm.”

Kamîran tenê tenbûr bi xwe re aniye û zêdetirî 10 amûrên din ên muzîkê li pey xwe hiştine. Der barê mijarê de dibêje: "Ev amûr ne tenê amûreke muzîkê ye, beşek ji nasnameya min û nasnameya me ya gelê Efrînê ye. Bi ku de herim ez wê bi xwe re dibim da ku mîrateya xwe ya stranbêjiyê biparêzim. Bi sedan caran jî koçber bibim, ez dev ji mîrate û nasnameya xwe bernadim.”

TÊKOŞÎNA JIYANÊ 

M.E. yê 40 salî, piştî koçkirina yekem a bi darê zorê ji Efrînê, bi malbata xwe ya biçûk re li Şehbayê dijiya. Lê êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba û Til Rifetê, ew neçar kirin ku tevî malbata xwe derkevin û xwe ji çeteyan rizgar bikin. Lê çeteyan rê li ber wan girt.

Tişta ku hatiye serê wî, wiha vegot: "Min bi malbata xwe re xwest birevim, lê di rê de em rawestandin. Ez ji hevjîn û zarokên min cuda kirim û li ber çavên wan li min xistin. Kêr danîn ser sînga min, gefa kuştinê li min xwarin, çavê min girtî birim cihekî nediyar, malbata min jî vegerandin male.”

M.E. wiha dewam kir: “Bi gotinên tund bêrêzî li min kirin, bi qundaxên çekan li min dixisitin, li ber çavê malbata min jî xwestin derûniya min têk bibin, şûna lêdanê hîna di laşê min de xuyaye, lê ne weke şûna êşa derûnî ya ku min dît, dema ku min dît zarokên min ji tirsan digiriyan."

‘BÊRÊZÎ LI JINAN HATE KIRIN LÊ LI BER XWE DAN’

Hevjîna M.E. Fadya Umer dîmenên zilma ku di dema êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de jiyaye wiha vedibêje: "Dema ku li Şehbayê êrişî me kirin, bi ser malan de girtin û porên jinan digitin û wan derdixistin derve. Bi darê zorê Hicab li me kirin û gotinên ku tu kese tehmûl nake ji me re gotin: Hûn kafir in, hûn beraz in.  Zarok jî ji bêrêziya wan nefilitîn."

Fadiya wiha pê de çû: "Me ji bo ku em nêzî Efrînê bibin, pêdiviyên herî kêm ên jiyanê qebûl dikirin. Me xewna vegerê dikir, lê êrişa dawî bîranînên Efrînê bi hemû hûrgiliyên wê yên bi êş anîn bîra me."

BÎRANÎNÊN KOÇKIRINA SÊYEMÎN

Henan Hac Qasim ku ji taxa Selahedîn a Helebê koçber bû, ji destpêka şer ve gelek caran rêwîtiya koçberiyê kiriye.

Henan çîroka xwe wiha vedibêje: "Em ji Helebê derbasî Babê bûn, piştre derbasî Dêrazorê bûn û ji wir jî derbasî Şehbayê bûn. Her carê me hêviyeke nû bi xwe re hildigirt, lê rastî ne wiha bû, koçberiya dawî ya herî xerab bû. Me çar rojan li ser rêyan di sermayê de derbas kir. Tenê hinek av û xwarin bi re hebû, zarokên min nexweş ketin, min niarî wan derman bikim."

Henan wiha dewam kir: "Çeteyan karwanê koçberan gulebaran kir. Hin birîndar bûn, lê tevî tirsê jî me meşa xwe berdewam kir. Zarok digiriyan û jinan diqîriyan. Me xwe ewle nedît heta ku em gihaştin Reqayê, gelê wê em bi comerdî û ewlehî pêşwazî kirin."

TEVÎ ÊŞ Û AZARAN JÎ HÊVIYA VEGERÊ

Tevî hemû tiştên ku koçber tê re derbas bûn jî hêviya vegera Efrîn û Şehbayê di dilê wan de zindî ye. Weke ku Zemcî  Ebdo dibêje: "Dibe ku em niha ji Efrînê dûr bin, lê vegera Efrînê her di dilê me de ye, em ê dev ji axa xwe û nasnameya xwe bernedin û çiqasî bidome jî em ê vegerin."

Kamîran jî di dawiyê de dibêje: "Efrîn ne tenê cihek e, nasname ye, mîras û hêviyek e. Ez ê her li tembûrê bixim, ji ber ku awazên wê vedenga xweragiriya me û xewna me ya vegerê ne."

(k)

ANHA

heleb

çil axa