‘Em ê şoreşa xwe biparêzin’

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê li ser banga seferberiyê bi şev û roj bajarê xwe diparêzin. Şêniyan got "Şoreşa ku bi xwîna şehîdan dest pê kiriye, em nahêlin têk biçe.”

‘Em ê şoreşa xwe biparêzin’
‘Em ê şoreşa xwe biparêzin’
‘Em ê şoreşa xwe biparêzin’
‘Em ê şoreşa xwe biparêzin’
‘Em ê şoreşa xwe biparêzin’
14 kanûn, 2024   06:40
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Li ser banga seferberiyê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû, şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin.

Şerê gel ê şoreşgerî stratejiyeke xweparastinê ye ku hemû beşên civakê li hember êrişan xwe diparêzin. Ev şer li ser bingeha xweparastinê ye ku her kes dibe beşeke sîstema parastina herêmê û destkeftiyên wê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev şer wek bersiveke xwezayî ye li hember rewşa ku herêm bi salan e tê de dijî, ji ber ku ev herêm dibe hedefa êrişên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker.

Li kolan û taxên bajarê Dirbêsiyê bi şev û roj xelk li ser pêyan e da ku bajarê xwe ji metirsiyan biparêze. Şêniyên bajêr xwe di nava komên nobedariyê de bi rêxistin dikin û soz dane ku civaka xwe biparêzin û piştgiriya hêzên leşkerî yên li eniyên pêş bikin.

Şêniyê bi navê Zubêr Eyo têkildarî mijarê got: "Em ji êvarê heta sibehê bajarê xwe diparêzin, ji ber ku em dizanin ku dagirkeriya Tirk gelê me dike armanc. Em parçeyekî vê berxwedana gel in, em xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin dikin û em dixwazin piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî.”

Jin jî wek parçeyekî bingehîn ê vê berxwedanê derketin pêş. Bedîa Erebo der barê xebatên parastinê de got: "Zarokên me li eniyan şer dikin, em tax û bajaran diparêzin. Şoreşa ku bi xwîna şehîdan hatiye destpêkirin em nahêlin têk biçe.”

Rola ciwanan jî di parastina bajêr de sereke ye. Asim Mihemed bang li ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bikin û derkevin qadan û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe bi kar tîne ji bo ku sûcên xwe yên dijmirovî pêk bîne, lê bi vîna me ya xurt em ê rê li ber wan bigirin.”

Bedîa Erebo li ser metirsiya şerê psîkolojîk ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê birêvebirin, hişyarî da û bang li her kesî kir ku li hember gotegot û planên ku armanca wan têkbirina civakê û têkbirina aramiyê ye, rawestin.

Bedîa wiha pêde çû: “Divê em piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî yên ku şerê azadî û rûmetê dikin, ji ber ku yekitiya me çeka herî bihêz e.”

Dirbêsiyê wek mînakeke zindî ya berxwedana gel, peyamekê dide ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest ji destkeftiyên xwe bernadin.

(k)

ANHA