Koçberên Serê Kaniyê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê şermezar kir. Komîteyê diyar kir ku armanca êrişan "ferzkirina koçberiya bi zorê li ser şêniyên resen" e.

Koçberên Serê Kaniyê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
8 ÇILE, 2026   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew kesên ku berê bi zorê koçber bûne êşên û azarên bombebaran û koçberiyê dizanin. Komîteyê piştgirya bi şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, "bi taybet bi kesên ku ji Efrîn koçber bûne û niha li van taxan dijîn, anî ziman. " û da zanîn u  "Ev şênyên koçber niha rastî polîtîkayên sîstematîk tên ku ji yên ku xelkê Serê Kaniyê dijîn, ne cuda ne. "

Komîteyê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tavilê tedbîran bigirin da ku dawî li van binpêkirinan bînin, parastina sivîlan misoger bikin û hesabê ji sûcdarên van sûcan bixwazin.

Komîteyê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku vegera koçberan ne tenê daxwazek mirovî ye, lê di heman demê de erkek qanûnî û exlaqî ye ku divê hemû alî rêzê li wê bigirin û bêyî derengmayînê bicîh bînin.

(k)