Li Eşrefiyê  û Benî Zêd çeteyan êrişî sivîlan kir

Çeteyên hikumeta demkî li taxên Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê êrişî sivîlan kir, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Li Eşrefiyê  û Benî Zêd çeteyan êrişî sivîlan kir
8 ÇILE, 2026   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li taxên Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê rasterast êrişî cihê sivîlan dikin.

Di encama êrişan de şêniyê bi navê Remezan li taxa Eşrefiyê şehîd bû, her wiha şêniyên bi navê Selmo Rizo 55 salî, Xalid Rizo 25 salî û Huda Osman li taxa Benî Zêd birîndar bûn.

En cama êrişên çeteyên hikumeta demkî li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde de heta niha 9 sivîl şehîd bûn 60 jî birîndar bûn.

ANHA