Koçberên ji Serêkaniyê bêyî pêdiviyên jiyanî dikevin zivistanê

Koçberên ji Serêkaniyê bi nêzîkbûna zivistanê re banga lezgîn a başkirina xizmetan û dabînkirina pêdiviyên bingehîn kirin.

Koçberên ji Serêkaniyê bêyî pêdiviyên jiyanî dikevin zivistanê
11 mijdar, 2025   06:45
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Bi hezaran şêniyên ji Serêkaniyê yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji warê xwe hatine koçberkirin, rewşên mirovî yên zehmet derbas dikin. Koçberan bi hatina zivistanî re banga lezgîn a başkirina xizmetan kir û diyar kir ku bi hatina zivistanî re rewşa wan dijwartir dibe, nemaze ku di dabînkirina pêdiviyên sereke yên jiyanî de zehmetiyan dikişînin, xizmet kêm e û çadirên wan riziyayî ne.

Horiya Silêman a ji gundê Leylanê yê Serêkaniyê got: “Bi barîna baranê ya berî dehan rojan re êşa me careke din dest pê kirin. Ava baranê ket konên me û tev bin av bû. Tevahî pêdiviyên bingehîn kêm in. Betanî û nivînên têrê nakin ku em laşê xwe ji sermayê biparêzin.”

Horiyayê anî ziman ku konên wan riziyayî ne baranê tehemul nake û zarok herî zêde êşê dikişînin û got pêdiviya zarokan bi cilan hene ku wan ji sermayê biparêzin. Horiyayê got hêviya wan a yekane ew e ku vegerin warê xwe û bi aramî bijîn.

Koçbera bi navê Kurdistan Xetîb Silêman jî da zanîn ku bi hatina zivistanî re êşa wan girantir dibe û wiha pê de çû: “Komên me riziyayî ne, me ne ji ba û ne jî ji baranê naparêzin. Her wiha biçûk têra kulfetên malbata me nake.”

Kurdistanê bi domdarî got: "Zarokên me ji serma û nexweşiyan dikişînin. Konên me zivistanê sar û havînê germ in. Temenê konan qediyaye û êdî jiyan tê de nabe. Daxwaza me ya yekene ew e vegerin ser erdê xwe û bi rûmet û ewlehî bijîn.”

Sara Elî El Xlef jî xwest beriya zivistanî konên nû li wan werin belavkirin da ku êşên par dubare nebe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Her tişt biha ye. Zarok diçin dibistanê lê dahata me têrê nakê ku pêdiviyên dibistanê dabîn bikin. Paketên xwarinê jî têra demeke dirêj nakin.”

Sarayê her wiha got: "Bi hatina zivistanê re rewşa me xirabtir dibe. Zarokên me nexweş dikin û heqê dermanan jî bi me te tune ye. Tevî ku car carên pêngavên paqijkirinê tên lidarxistin jî, lê gemar kom dibe. Avşo jî her tim xirab dibin û nayên sererastkirin. Di encamê de bêhna genî û nexweşî belav dikin.”

(bb)