Parêzvanekî entîkeyan bîrdanka kevnar a Hecînê diparêze

Li kolanên kevn ên Hecînê, Ebû Îmran parêzvanê herî navdar ê entîkeyan ê bajêr e. Ew ne tenê bazirganek e, ne jî tenê berhevkarê berhemên dîrokî ye, lê parêzvanekî bîra bajêr e.

11 mijdar, 2025   07:40
DÊRAZORÊ
FATMA EL EBID

Bêhna dîrokê ji her goşeyekî dikana biçûk a apê Ehmed Ebdilekîm a navenda bajarê Hecînê yê Dêrazorê, tê. Li vir, ne tenê antîke têne firotin, lê mîrate, dîrok û çanda şêniyên herêmê jî tê parastin.

Ehmed Ebdilhekîm (Ebû Îmran) ji bajarê Hecînê ye, der barê karê xwe yê berhevkirina tiştên kevn û entîkayan got: "Ez nêzîkî 25 salan e ku di warê tiştên rojhilatî û antîk de dixebitim. Di destpêkê de, min hez dikir tiştan berhev bikin û li mala xwe kom bikim. Bi demê re ew hezkirin veguherî debara jiyanê. Ez ji mirovan dikirim û difiroşim, lê armanca min a dawîn parastina mîrate û berhemên hêja yên herêma me ye."

Ebû Îmran wiha lê zêde kir: "Hin parçe li ma min hene hene ku berî sed salî hatine çêkirin, di nav wan de fincanên qehweyê, xencer, şûrên entîke û tizbî. Her parçeyek çîrokek vedibêje û hin ji wan min ji malbat û bav û kalên xwe girtine. Em hewl didin wan biparêzin ji ber ku ew bîranîn û nasnameya rastîn a herêmê nîşan didin.”

Ebû Îmran wiha berdewam kir: "Xebata di vî warî de ne tenê bazirganî ye; ew hewes û berpirsiyariyek e. Hin mêvan ji Reqa, Hesekê yan Qamişlo tên, parçeyên entîke tînin da ku em binirxînin an bikirin.”

Ebû Îmran destnîşan kir: "Gelek kes perçeyên ku ji bav û kalên xwe girtine difiroşin bêyî ku nirxa wan a hestyarî an dîrokî zanibin. Ji ber vê yekê, ez ji her kesî re şîret dikim ku berî tişek kevin bifroşin, pirsan bipirsin û şîretan bigirin.”

Apê Ebû Imran wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mîrate ne tenê tiştên berê ne; ew koka dema niha ye. Teknolojî û pêşketin baş in, lê ew nikarin bihêlin em ji bîr bikin ku em ji ku hatine. Ev perçeyên kevnar beşek ji giyan û nasnameya me ne, û erkê me ye ku em wan ji bo nifşên siberojê biparêzin.”

(k)

ANHA