Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê felc kirin

Ambargoya ku ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ji 25ˊê Îlonê de hatiye ferzkirin hişt ku beşa xizmetguzariyê felc bibe.

Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê felc kirin
Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê felc kirin
Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê felc kirin
Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê felc kirin
Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê felc kirin
Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê felc kirin
Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê felc kirin
11 mijdar, 2025   05:05
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Ambargoya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya ji 25ˊê Îlonê (2025) ve, bû sedem ku beşa xizmetguzariyê bi awayekî qismî felc bibe. Hikumet nahêle sotemenî û madeyên tamîrkirina avahiyan derbas bibin. Vê yekê bandoreke yekser li karkerên paqijiyê û derxistina çopê ber bi cihê wê sereke ve, kiriye.

Li gorî amarên Komîteya Paqijiyê ya Şaredariya Gel a her du taxan, ji ber amabargoyê hejmara veguhastina çopê ya mehane ji 1350 daketiye 900ˊî. Ev yek bûye sedem ku derxistina çopê dereng bimîne û çop li ser hundirê taxên niştecihan komî ser hev bibin.

Di beşa paqijyê de, ji ajokr û karkerên paqijiyê 90 xebatkar hene. 17 alav û 18 erebe ji bo komkirina çopê tên bikaranîn.

Beriya ferzkirina ambargoyê, komîteyên paqijiyê ji bo paqijkirina taxan bi awayekî berdewam di rojê de 4 caran dewriye pêk dianîn. Ji ber ku li taxan nêzî 460 hezar şênî heye. Lê kêmbûna sotemeniyê hişt ku komîte hejmara dewriyeyên xwe daxin nîvî.

Endama rêveber a Komîteya Paqijiyê ya Şaredariya Gel Rojda Mistefa diyar kir ku "Êdî komîte xwe dispêre erebeyên biçûk ên bi destan tên dehfdan û hemleyên paqijiyê yên heftane yên bi beşdariya şêniyan. Ev hemle bi diruşma "Em bajarê xwe xweşik bikin" pêk tên.

Rojda anî ziman ku "kêmbûna mazotê hişt ku carên veguhastina çopê pir kêm bibin. Wê yekê jî hişt ku çop li gelek cihan kom bibin. Lê berdewamkirina vê rewşê nîşaneyên jîngehê û tenduristî yên xeternak in."

Di dawiyê de Rojda bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re, ji bo parastina paqijiya giştî, hevkar bin û banga bidawîkirina ambargoyê û rêdana derbaskirina sotemeniyê kir.

(fr)

ANHA