Koçberên ji gundê Berxbotanê: Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin

Koçberên ji gundê Berxbotanê yê Kobanê diyar kir ku ew di dibistanan de gelek zehmetiyan dibînin û got “Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin.”

Koçberên ji gundê Berxbotanê: Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin
Koçberên ji gundê Berxbotanê: Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin
Koçberên ji gundê Berxbotanê: Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin
Koçberên ji gundê Berxbotanê: Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin
Koçberên ji gundê Berxbotanê: Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin
Koçberên ji gundê Berxbotanê: Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin
Koçberên ji gundê Berxbotanê: Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin
Koçberên ji gundê Berxbotanê: Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin
19 sibat, 2026   05:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Koçberên ji gundê Berxbotanê yê Kobanê ku niha di dibistanên Kobanê de bi cih bûne, der barê zehmetiyan bi hatina meha Remezanê re, nêrînên xwe anîn ziman.

Koçbera bi navê Zozan Mihemed diyar ku ew di dibistanên Kobanê de bi cih bûne, xwarin û vexwarin tune ye û wiha got: "Ji meha Remezanê re kêm maye, em ê çawa di dibistanan de bê xwarin, vexwarin û sotemenî derbas bikin. Hikumeta demkî qaşo xwe dewleta îslamî dibîne, ka îslamiyet? Di meha Remezanê de hemû kes ji malên xwe koçber bûne. Beriya hefteyekê zarokekî min bû, li vir sir û serma ye. Em dixwazin vegerin cih û warên xwe, em nikarin di vê rewşê de rojiya xwe bigirin.”

Koçbera bi navê Xeca Qaso jî anî ziman ku ew di dibistanan de dimînin û wiha got: "Di dibistanan de jiyan nabe, em gelek zehmetiyan dikişînin. Em gelê berxwedêr in û em dixwazin vegerin gundê xwe. Em di dibistanan de nikarin rojiya xwe bigirin, ji ber ku em li vir gelek zehmetiyan dibînin."

Xecê Qaso diyar kir ku ew daxwaz ji hikumeta demkî dike ku bila çeteyan ji gundê wan derxin, da ku ew vegerin cih û warên xwe û got: "Daxwaza me ye sereke, vegera me ya cih û warên me ye, ji ber ku meha Remezanê nêzîk maye."

ANHA