Koçberên Girê Spî banga misogerkirina vegera xwe kir

Koçberên Girê Spî di salvegera 6'emîn a dagirkirina bajarê wan de banga pêkanîna peymana 10'ê Adarê û misogerkirina vegera xwe ya ewle kir.

Koçberên Girê Spî banga misogerkirina vegera xwe kir
9 cotmeh, 2025   14:56
EYN ÎSA

Di salvegera dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, koçberên li Kampa Koçberên Girê Spî ya ku di 22'yê Cotmeha 2019'an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hêzên navneteweyî li hemberî binpêkirinên li deverên dagirkirî û rewşa jiyanî ya xerab a li kampan berpirs hatin dîtin.

Koçberan banga pêkanîna peymana 10'ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, bi taybetî pêkanîna benda misogerkirina vegera ewle ya koçberan û derxistina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama dagirkirina Girê Spî de nêzî 100 hezar kes hatin koçberkirin. Ji wan nêzî 7 hezar li kampa Koçberên Girê Spî ne û yên din li seranserî herêmê belav bûne û di şert û mercên dijwar de dijîn.

(mh)

ANHA