Koçberên Efrîn û Şehbayê komkujiyên li Helebê şermezar kirin

Koçberên Efrîn û Şehbayê  komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine şermezar kirin.

Koçberên Efrîn û Şehbayê komkujiyên li Helebê şermezar kirin
9 ÇILE, 2026   14:03
TEBQA

Bi dehan koçberên Efrîn û Şehbayê yê li kantona Tebqayê dimînin ku li qada kampa Azadî hatin gel hev û bi daxuyaniyekê êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine şermezar kirin

Endamên Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Beyrem û endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê Axîn Şêxo daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin "berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hevgirtina gelê wê bûye modelek bêhempa. Ev her du tax li hemberî êrişan bûne sembola îradeya xurt."

Hate diyarkirin rûdanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûyerên ji rêzê nîn in, lê belê ragihandina şer li dijî şêniyên her du taxan e. Hat bi bîrxistin di encama êrişan de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn û nexweşxane ji xizmetê derket.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên li ser van taxan reva ji pêkanîna peymanên 10’ê Adar û 1’ê Nîsanê yên bi armanca rawestandina şer û parastina sivîlan e û hate gotin "Peyman tên binpêkirin  û hêviyên aramiyê tên têkbirin. Koletî tê wateya şikandinê ku cihê wê di ferhenga me de nîn e."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Em bejna xwe li hember destanên lehengiyê ku bi ava zêrîn li kûç û kolanên van her du taxan hatine nivîsandin ditewînin. Em behsa erdîngariyeke ji rêzê nakin, lê belê behsa keleha berxwedanê dikin ku ji cîhanê re îradeya gelan a ku nayê şikandin û bawerî û yekitî ji çekan bihêztir in, îsbat kirin.

Bi ambargo û êrişan hewl dan her du taxan teslîm bigirin, lê dayikan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û kesên bi temam peyama  ’em malên xwe naterikînin’ da. Dewleta Tirk û çeteyên wê berpirsên komkujiyan ne ku heya roja me ya îro li dijî sivîlên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zêd û Kastelo dewam dikin, berpirsên lîstina bi cenazeyan û qetilkirina malbatan bi xwîneke sar in. Ev sûc hemû li dijî qanûnên navneteweyî ne."

Di daxuyaniyê de bang li hemû dewletan û saziyên têkildarî mafên mirovan hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin, sivîlan, binesazî, nexweşxane û saziyên xizmetguzariyê û xebatkarên wan biparêzin û rê nedin ku sivîl wekî mertalên zindî werin bikaranîn.

Di daxuyaniyê de şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn.

Her wiha êrişên li ser taxan û qetilkirina sivîlan bi tundî hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin "Em bang li dewletên garantor, civaka navneteweyî û tevahî hêzên çalak ên di qada Sûriyeyê de dikin ku ji bo rawestandina van êrişan û parastina sivîlan bikevin tevgerê û ji bo çareseriyeke siyasî pêk were ku dawî li êşa Sûriyeyan werîne xebateke cidî bikin."

(b)