Kobanî dijî êrîşan daketin kolanan 

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagiker ku li ser herêmê didomîne, şêniyên Kobanê derketin kolanan û hêrsa xwe nîşan da.

Kobanî dijî êrîşan daketin kolanan 
Kobanî dijî êrîşan daketin kolanan 
Kobanî dijî êrîşan daketin kolanan 
Kobanî dijî êrîşan daketin kolanan 
Kobanî dijî êrîşan daketin kolanan 
14 ÇILE, 2024   20:36
KOBANÊ

Xelkê Kobanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê ku li ser bajarê wan û herêmên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pêk tên, xwepêşandan lidar xist. 

Bi dehan şêniyên ku li kolan û kuçeyên bajar meşiyan, li Meydana Jinên Azad a navenda bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê.

Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê Nada Şahîn axivî û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Nada Şahîn bal kişand dijî êrişan ji bilî berxwedanê rêyek din tune ye û banga bilindkirina têkoşînê kir.