Stasyona Udê careke din bû hedefa dagirkeran

Balafirên dewleta Tirk a dagirker qada petrolê ya Udê (Stasyona Udê) ya li Tirbesipiyê careke din bombebaran dike.

Stasyona Udê careke din bû hedefa dagirkeran
14 ÇILE, 2024   20:47
TIRBESIPIYÊ

Balafirên şer û yên bêmirov-biçek ên artêşa Tirk a dagirker qada petrolê ya Udê ya li rojhilatê Tirbesipiyê bombebaran dikin. Li qada ku heta niha 3 caran hat bombebarankirin, êrîş berdewam dike. 

Di dîmenên ku nûçegihanên me kişandine de tê dîtin ku şewatek mezin li herêmê derketiye.

Stasyona Udê ya petrolê beriya niha jî gelek caran ji aliyê dagirkeran ve hatibû bombebarankirin.