Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê li hemberî êrişan bisekinin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û got, dê li hemberî tevahî êrişan bisekinin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê li hemberî êrişan bisekinin
14 ÇILE, 2024   20:29
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Daxuyanî li Qada Jina Azad ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Ednan Kalo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji ber ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran ji aliyê gerîlayên azadiyê ve dixwe, lew ra êrişî herêmê dike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan hat şermezarkirin û hate gotin: "Em ê li hemberî tevahî êrişên mêtîngeriyê têkoşînê xurt bikin."

(bb)

ANHA