Hejmara kuştiyên teqîna li Idlibê bû 7 kes

Hejmara kuştiyên teqîna li hundirê maleke li gundewarê rojhilatê Idlibê pêk hatiye bû 7 kes.

Hejmara kuştiyên teqîna li Idlibê bû 7 kes
20 sibat, 2025   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji ber bermahiyên şer di maleke li bajarokê Nêreb ê gundewarê rojhilatê Idlibê de teqînek çêbû. Heta niha jê jinek û zarokek 7 kes hatine kuştin.

SOHR’ê destnîşan kir ku ji ber ku birîndariyên giran û kesên winda wê hejmara kuştiyan bilind bibe.

Hat diyarkirin ku ew mal a kesê ku bermahiyên şer di mala xwe de kom dike ku piştre bifiroşe, ye.

(fr)