KNK: Xwestek û xwepêşandanên gelên Îranê rewane

Konseya Rêvebir ya KNK’ê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana li Îranê diyar kir û bang li raya giştî ya cihanê, hêzên demokratîk û dostên gelên Îranê kir ku bi hemû awayî piştgiriyê li gelê Îranê bikin.

KNK: Xwestek û xwepêşandanên gelên Îranê rewane
8 ÇILE, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêvebir ya Kongreya Nîştîmaniya Kurdistanê (KNK) têkildarî xwepêşandanên gelên Îranê û zêdebûna tundiya li ser wan daxuyanî da.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye;

“Ev deh rojin li seranserê Îranê xwepêşandanên gel hene û weke serhildanekî ya gel pêşdikeve. Di pêşkêşîya esnafan de li Tehranê destpêkir û li seranserê Îranê belavbûn. Gelê Îranê dehan salin di bin zextên giran de ne. Taybetî jin ji mafên bingehîn bêparin û welat ji bo jinan bûye weke zîndan. Li ser vê jî sê sal pêş niha di pêşkêşîya jinan da, bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” serhildanek pêşket. Her çend di sêrî de sedemên aborî derketin pêş jî, serhildana îro jî berdewama “Serhildana Jin Jiyan Azadî” ye.

Îran welateke tijî netew û tijî baweriye. Çi etnîkî, çi barwerî û hemî pêkhateyên Îranê, yên weke hikumetê nafikirin, di bin zextên giran de ne. Hikumetek navendî û li ser bingeha dînî hatî avakirin heye û ji yên weke xwe pêştir kesê nasnake û ne demokratîke û rêveberîyek yek renk hatiye avakirin û kî dengê xwe derdixe tê cezakirin. Îran welateke dewlemende, lê ji ber rêveberîya teng û gendelîyê, piraniya gel feqîr ketiye û nikarin pêwîstiyên xwe yên bingehîn pêk bînin. li seranserê Îranê hingî diçe rewşa gel ber bi xirabûnê ve diçe. Ji vê rewşê rejîma Îranê berpirsyare.

Gelên Îranê li hember vê rewşê serî hildidin. Gel azadî, wekhevî, welatek demokratîk dixwazin. Ev daxwazên mirovî ne û mafên bingehînin. Ev mafên rewa ne û serhildan ji bo van mafên rewa pêş dikeve. KNK xwestin û xwepêşandanên gelên Îranê, weke mafekî rewa dibîne û piştgirî lê dike.

Hikumeta Îranê li hember vê serhildanê, li hember xwepêşandêran, hêzên polîs û besîcan dixe tevgerê û êrişî gel dikin. Serhildanê jî, weke leystok û komployên hêzên derve bi nav dike. Di van êrişan da heta niha derdorê 30 kes hatine qetilkirin û sedan jî birîndar hene û hezaran kes jî hatine binçavkirin. Ev ne helwestek raste û naye qebûlkirin. Gel bi van xwepêşandanan xwestinên xwe yên rewa tînin ser ziman. Rêyeke din nîne. Pêwîste hikumeta Îranê guh bide gel û li hember gel tundiyê bi kar neyne. Pêwîste hikumet xwe biguhere û divê rêveberîyek demokratîk bê avakirin.

Bi vê munasebetê em carekî din bang li hikumeta Îranê dikin û dibêjin; dev ji êrişan berdin û guhdarî gel bikin, birîndaran derman bikin, girtîyan azad bikin û xwestinên gel qebûl bikin.

Her wiha em bang li gel û hemû xwepêşandaran dikin ku ji provokasyona dûr bisekinin û bi yek bi yek xurt xwedî li mafên xwe derkevin.

Di heman demê de em bang li raya giştî ya cihanê, hêzên demokratîk û dostên gelên Îranê dikin ku bi hemû awayî piştgiriyê li gelê Îranê bikin.

Her wiha kesên di vê serhildanê da jiyana xwe ji destdayî re rehmetê, ji mabatan û ji gelên Îranê re sersaxiyê, ji birîndaran re şifayê dixwazin.”