Ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakî têne lidarxistin

Bi armanca piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd, li seranserî kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên girseyî dê bêne lidarxistin.

Ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakî têne lidarxistin
8 ÇILE, 2026   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dê rêzeçalakiyên giseyî bêne lidarxistin.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

Saet 10:30`an meşek li Holê tê lidarxistin.

Saet 11:30`an li Girkê Legê meşek ji Qada Şehîd Xebat dest pê dike.

Saet 11:00`an li Çilaxa meşek dê were lidarxistin.

Saet 11:00`an li Tirbespiyê meşek dê were lidarxistin.

Saet 11:00’an li Til Koçerê meşek dê were lidarxistin.

Saet 11:00’an li Amûdê meşek dê were lidarxistin.

Saet 11:00’an li Qamişloyê meşek dê were lidarxistin.

Saet 11:00`an li Dêrikê meşek dê were lidarxistin.

Saet 12:00`an li Til Hemîsê meşek dê were lidarxistin.

Saet 12:00`an li Merkedê meşek dê were lidarxistin.

Saet 12:00`an li Til Temirê meşek dê were lidarxistin.

Saet 12:00`an li Til Birak meşek dê were lidarxistin.

Saet 12:00`an li Şedadê daxuyaniyek tê xwendin.

Saet 12:00`an li Erîşeyê daxuyaniyek tê xwendin.

Her wiha li çend deverên bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê jî dê çalakiyên şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd werin lidarxistin.