KNK: Hevkarî dê dawî li polîtîkayên qetlîaman bîne

Konseya Rêveber a KNK’ê êrişa li ser gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî şermezar kir û got: "Hevkarî û hevbeşiya li ser zemîna wekheviyê dê dawî li polîtîkayên qetlîam û têkbirina demografiya herêmê bîne.

KNK: Hevkarî dê dawî li polîtîkayên qetlîaman bîne
1 adar, 2024   20:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa li ser gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî şermezar kir û li dijî êrişan bang kir.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên cihadîst rojane êrişên xwe li dijî xelk û hemû pêkhateyên li Bakur-Rojhilatê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê didomînin. Di roja 28’ê Sibata 2024’an de hêzên ewlekariya navxweyî yên ser bi Sutoro ku ji pêkhateya Asurî-Suryanî-Kildanî pêk tên, bûne hedefên êroşên dewleta dagirker û sê endamên asayişê canê xwe ji dest dan û du endam jî birîndar bûne.

Weke KNK em sersaxiyê ji hêzên ewlekariya navxwe, gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û malbatên wan re dixwazin û êrişên hovane şermezar dikin û dilsoziya xwe ya bi gelê Asurî-Suryanî-Kildanî re dubare dikin.

Dewleta dagirker û rejîma AKP-MHP’ê ya dîktator û faşîst li gel hêzên cîhadîst careke din bi van êrişên xwe da isbatkirin ku plan û armancên wan têkbirina destkeftiyên neteweya demokratîk a li ser bingeha wekheviyê hatiye avakirin. Paradîgma neteweya demokratîk bûye hêviya xelkên herêmê ku ev paradîgma wê dawiyê li xeyalên rejîmên faşîst û dîktator bîne. Em bawer dikin ku hevkarî û hevbeşiya li ser zemîna wekheviyê dê dawî li polîtîkayên qetlîam û têkbirina demografiya herêmê bîne.

Weke KNK em bang li hêzên herêmî yên siyasî û navdewletî yên weke koalîsyona navdewletî, YE, NY û Amerîka dikin ku demildest helwestê li hemberî êrişên dewleta dagirker bigrin û pêşî li planên qetlîam û têkbirina demografiya herêmê bigrin.”