Li cihê Zelal Zagros lê şehîd bûyî starta çalakiyên 8’ê Adarê

Bi pêşengiya RJAK û hevkariya Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8’ê Adarê, li cihê ku jina şoreşger, siyasetmedar û pêşeng a Kurd Zelal Zagros (Firyal Silêman) lê şehîd bûyî, starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn.

Li cihê Zelal Zagros lê şehîd bûyî starta çalakiyên 8’ê Adarê
1 adar, 2024   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) û hevkariya RJAK û Komîteya Amadekar ya Çalakiyên 8’ê Adarê, li bajarê Kerkûkê li cihê ku jina şoreşger, siyasetmedar û pêşeng ya Kurd Zelal Zagros (Firyal Silêman) lê şehîd bûyî, starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn. Jinan soza xwe ya têkoşîn û şopandina rêya jinên şoreşger û pêşeng nû kirin.

RJAK’ê îro li bajarê Kerkûkê bi hevkariya Komîteya Amadekar ya Çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Kerkûkê meşek lidarxistin. Jinên meşvan çûn cihê ku jina şoreşger, siyasetmedar û pêşeng ya Kurd Firyal Silêman (Zelal Zagros) lê şehîd bûyî. Li cihê şehadeta Şehîd Firyal Silêman jinan starta çalakiyên 8’ê Adarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Daxuyaniya çapemeniyê ya RJAK’ê ku ji aliyê Sara Kerîm ve hate xwendin, wiha ye:

"8’ê Adarê yek ji rojên têkoşîna me ya jinane. Lê êş û berxwedana jinan tenê di meha Adarê de destpê nake. Em vê têkoşîna jinan weke têkoşîna hezar salan a berdewam a jinan dibînin. Bi dirûşmeya ‘Sedsala 21’an Sedsala Şoreşa Jinê ye’, emê tola koletiya bi hezaran salane ku li ser jinan tê ferzkirin, hilînin.

Em soz didin ku em ê meşaleya ku Şehîd Firyal bilind kiribû, em ê heta heta wê bilind bikin. Em ê tu carî nehêlin agirê wê meşaleyê vemire. Îsal em destpêkirina çalakiyên 8’ê Adarê ji bo bîranîna Şehîd Firyal li Kerkûkê, li cihê lê şehîd bûyî, anku li vir radigihînîn."