KNK: Birêz Ocalan serbest berdin û şer rawestînin

KNK'ê piştgirî da encamnameya Kongreya 12’an a PKK'ê û ev bang li dewleta Tirk kir “Ji bo ku bikare vê pêvajoyê pêşve bibe birêz Ocalan serbest berdin, hûn jî şer rawestînin, vê pirsê bêxin rojeva parlamentoyê, zemîna siyasî û hiqûqî ya çareseriyê pêk bînin.”

KNK: Birêz Ocalan serbest berdin û şer rawestînin
13 gulan, 2025   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da biryara PKK’ê ya xwe fesixkirinê.

Daxuyaniya konseyê bi vî rengî ye:

“Wekî tê zanîn ev e demeke li girava Îmraliyê di navbera birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd muzakere têne kirin. Di encama van hevdîtinan da birêz Ocalan roja 27’ê Sibata 2025’an Banga Aştî Civaka Demokratîk kir. Li ser vê bangê, PKK’ê kongreya xwe ya 12. di navbera rojên 5-7’ê Gulana 2025’an de pêk anî. Duh jî encamên kongreyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hatin belavkirin. Li gorî daxuyaniyê, PKK’ê rola xwe ya dîrokî leyîstiye û ji bo pirsgirêka Kurdî bi rêya aştî û diyalogê bê çareserkirin, Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî bi navê PKK’ê kar nake û li hember dewleta Tirk têkoşîna çekdarî radiwestîne.

Hem banga birêz Abdullah Ocalan hem jî encamnameya kongreya PKK’ê, gavên dîrokî ne. Vê bang û encamnameyê di raya giştî ya Kurdî û ya cîhanê de dengekî mezin veda. Di asta saziyên sereke yên navneteweyî û di asta hêzên cîhanî de, bi awayekî pozîtîf hatin pêşwazî kirin û bi daxuyaniyên xwe piştgirî dane pêvajoya aştî û çareseriyê. Partî û rêxistinên Kurdistanî jî pozîtîf nêzî vê biryarê bûn û xwedî li pêvajoyê derketin. Rayedarên dewleta Tirk jî bi awayekî erênî pêşwazî kirin.

Em weke KNK jî pêvajoya li Îmraliyê ya di navbera birêz Ocalan û dewleta Tirk de, banga Birêz Ocalan û encamnameya kongreya PKK’ê, erênî dibînin û piştgiriyê didin. Ji bo ev pêvajo bi awayeke serkeftî bigihe encamekî baş, em ê jî weke KNK ji aliyê xwe ve hemû derfetên xwe bi kar bînin. Pêvajoyek giring e û eger pirsgirêka Kurdî li Bakurê Kurdistanê bikeve rêya çareseriyê, di heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên din ên kurdistanê jî dike.

Li ser vê:

Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemû gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin.

Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd tenê nehêlin û ji bo serketina vê pêvajoyê tê bikoşin.

Em bang di serî de li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî û hêzên cîhanî dikin û dibêjin; tenê daxuyaniyên erênî têrê nakin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ji bo serketina vê pêvajoyê bi kar bînin.

Her wiha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin, top êdî di saha we de ye, vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, ji bo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe birêz Ocalan serbest berdin, hûn jî şer rawestînin, rojekî zûtir vê pirsê bêxin rojeva parlamentoyê, zemîna siyasî û huquqî ya çareseriyê pêk bînin.

Em hêvî dikin ku hemû alî li berpisyariya xwe xwedî derkevin û di vê pêvajoyê de pirsgirêka Kurdî bê çareserkirin.”