Îsraîlê li baregeheke Hemasê xist

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li baregeheke fermandariyê ya Hemasê ya di hundirê Nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnisê de daye.

Îsraîlê li baregeheke Hemasê xist
13 gulan, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye, diyar kir ku wê li navenda fermandarî û kontrolê ya Hemasê ya li hundirê Nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê daye.

Li gorî daxuyaniya artêşê; "Rayedarên payebilind ên Hemasê ev nexweşxane ji bo çalakiyên terorî bi kar dianîn.”

Êrişa Îsraîlê ya li dijî baregeha Hemasê ya li nexweşxaneyê, rojek piştî serbestberdana leşkerê îsraîl-amerîkî Îdan Alksender pêk hat.

(bb)