Knessetê pêşnûmeya îdamkirina girtiyên Filistînê pejirand

Komîteya Ewlehiyê ya Knessetê ya Îsraîlê pêşnûmeyek pejirand ku destûra îdamkirina girtiyên filistînî dide.

Knessetê pêşnûmeya îdamkirina girtiyên Filistînê pejirand
3 mijdar, 2025   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşnûmeya ku destûr dide pêkanîna cezayên darvekirina girtiyên filistînî pejirand. Pêşûme dê roja çarşemê bikeve degdanê.

Di 29’ê Îlona îsal de, komîteyeke Knessetê (meclisa Îsraîlê), pêşnûmeya qanûna "îdamkirina girtiyên filistînî" pejirandibû.

Pêşnûme beşeke peymanên ku di çarçoveya rêkeftina avakirina hevpeymaniya hikumetê ya bi serokatiya serokê Partiya Likudê Benjamin Netanyahu û serokê partiya "Hêza Cihûyan" Itamar Ben Gvir, di dawiya sala 2022’yan de hate îmzekirin.

Pêşnûme ne nû ye. Di sala 2022’yan de wezîr Ben Gvir li gel hin guhertinên din pêşniyar kiribûn ku di Adara 2023’yan de ji aliyê Knessetê ve hatibû pejirandin.

Li gorî pêşnûmeyê, kesên ku bi qestî an jî ji ber xemsariyê yan jî bi sedemên nîjadî bidin sedema mirina welatiyên Îsraîlê yan jî zirarê bidin Îsraîlê, tên darvekirin.

Pêşnumeyên Îsraîlê heya ku tên pejirandin di çend pêvajoyan re derbas dibin. Destpêkê pêşnûme ji aliyê endamên Knessetê yan komîteyek hikumetê ve pêşkêşkirin, piştre pêşkêşî Desteya Giştî ya Knessetê tê kirin, eger ji aliyê desteyê ve were pejirandin pêşkêşî komîteyeke pispor tê kirin. Dema tê pejirandin dikeve meriyetê.

(bb)