IMO: Bi kêmanî 36 hezar kes ji herêma Kordofanê ya Sûdanê koçber bûn

Ji ber şerê li herêma Darfur a li rojavayê Sûdanê û derdora wê, zêdetirî 36 hezar sivîlan malên xwe terk kirin.

IMO: Bi kêmanî 36 hezar kes ji herêma Kordofanê ya Sûdanê koçber bûn
3 mijdar, 2025   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di hefteya dawîn de ji 5 qadên li eyaleta Bakurê Kordofanê 36 hezar û 825 kes reviyane.

Piştî ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn keleha artêşa mezin a dawîn bajarê El Faşir a li Darfurê bi dest xist, şer belavî herêma bakurê Kordofanê bû.

Niştecihên herêmê ragihand ku di navbera artêş û Hêzên Piştevaniya Lezgên de li derdora paytexta eyaletê El Obeidê pevçûnên tund qewimîn.