Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Tebqayê pêşangeheke berhemên destkariyan vekir. Pêşangeh bi dirûşma "Jin piran ava dikin" bi beşdariya jinên ku ji kampa Holê vegeriyane û jinên koçber hat lidarxistin.

Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
Pêşangeha destkariyên jinan hat vekirin
3 mijdar, 2025   15:44
TEBQA

Navenda Xizmetguzariya Civakî ya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Tebqayê pêşangeha hunerên destan û pêdiviyên zivistanê li Kafeteryaya Şems li navenda bajarê Tebqayê vekir. Bi 27 jinên ku ji kampa Holê vegeriyane, jinên koçber û jinên ji Tebqayê tev li pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de xwarin û pêdiviyên zivistanê yên wekî penêr, mastê kemandî, rûnê erebî, tirşî û xwarinên din ên malê her wiha karên dirûtin, neqş, cil û berg û karên dest hatin pêşandan.

Rêvebera Navenda Xizmetguzariya Civakî li Kantona Tebqayê Hala Mihemed got: “Me ev pêşangeh ji bo piştgiriya jinên ku ji kampa Holê vegeriyan, jinên koçber û jinên ji civaka herêmê li dar xist, armanca me ew e ku jin ji hêla aborî û civakî ve werin bihêzkirin û kesên ku vegeriyane bi rêya projeyên piçûk û karên destan, di nav civakê de werin entegerekirin.”

Xewla El Casim yek ji beşdarên pêşangehê ye û berhemên xwe yên dirûtin û rîs nîşan daye, got: "Ev xebateke pir baş e, me jê gelek sûd wergirtiye, hem ji ber dan û standina ji bo pêşxistina karê xwe û hem jî dê bibe alîkar ku em ji bo avakirina jiyaneke baştir xwe bispêrin hêza xwe.”

(k)