Tîma Şemal bû şampyonê turnuvaya futbolê

Di turnuvaya futbolê ya mêran a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tîma Şemal a ji Reqayê bû şampyon.

Tîma Şemal bû şampyonê turnuvaya futbolê
Tîma Şemal bû şampyonê turnuvaya futbolê
Tîma Şemal bû şampyonê turnuvaya futbolê
Tîma Şemal bû şampyonê turnuvaya futbolê
Tîma Şemal bû şampyonê turnuvaya futbolê
Tîma Şemal bû şampyonê turnuvaya futbolê
30 cotmeh, 2023   21:08
REQA

Bi sedan alîgir û endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo temaşekirina maça dawîn a di navbera tîma Şemal û tîma Serdem de, berê xwe da yarîgeha Beledî ya li Reqayê.

Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Henan Bekar turnûva wekî serkeftinekê nirxand û got: "Em dikarin bibêjin ku êdî werzîş bi saya keda kesên di qada werzîşê de dixebitin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş dikeve. Ev turnûva jî ji bo gelên me yên herêmê serkeftineke mezin e. "

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîêl Şemûn şehîdên azadiyê bi bîr anîn û ji birîndaran re şîfa xwest. Şemûn anî ziman ku bi saya şehîd û birîndarên şer, îro li yarîgehê kom bûne.

Rûspiyê qebîleya Tay Hisên El Ferhan got: "Werzîşvan û ciwanên rêzdar; bi navê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ji cîhanê re dibêjin, gelê me yek e û ji bo têkbirina komployên ji derve û yên hundirîn gelek şehîd dane.′′

Piştre lîstikvan derbasî yarîgehê bûn û maç bi coşeke mezin ji aliyê temaşevanan ve bi rê ve çû.

Bi encama 1-0 tîma Şamal bi ser ket û bû şampyon û kupaya turnuvayê wergirt, her wiha lîstikvanên herdu tîman hatin xelatkirin.

Turnûvaya futbolê ya mêran 6′ê Cotmehê ji aliyê Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin. 10 tîmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

(mh)

ANHA