Têkoşîna ji bo Rêber Abdullah Ocalan berfireh dibe

Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd her ku diçe mezin dibe.

Têkoşîna ji bo Rêber Abdullah Ocalan berfireh dibe
31 cotmeh, 2023   02:38
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Li dehan welatên herîmî, cîhanî û welatên Ereban tevgereke xurt ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye, nemaze piştî ku dewleta Tirk tecrîd li ser wî giran kiriye û ji 25′ê Adara 2021′an de bi tu awayan agahî jê nayê girtin.

Herî dawî di 10′ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê pêngaveke bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hate destpêkirin. Pênava bi pêşengiya kesayet û saziyên di qada navneteweyî û cîhanî de xwedî bandor in, hate ragihandin, berfireh bû û heta niha 100 navendên cîhanê girtiye nav xwe.

Parlamenterên Almanya, Siwêd, Brîtanya, Fransa, partiyên çepir û yên komînust, kesayetên navdar ên cîhanê, Yekitiya Parêzerên Ewropayê, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnasên li Rojhilata Navîn, saziyên jinan, komeleyên demokrat û sosyalîst bi xurt tev li pêngavê bûn.

Di salên borî de jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelek pêngav hatibûn ragihandin. Em ê di vê raporê de balê bikişînin ser pêngavên cîhanî yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin ragihandin.

PÊNGAVA "JI RÊBER OCALAN RE AZADÎ′′

Di Nîsana 2016′an de, Sendîqeya Unite The Unio ku mezintirîn sendîqe li Brîtanyayê pêngaveke bi dirûşma "Ji Rêber Ocalan re azadî" da destpêkirin. Sendîqeya GMB ku sêyemîn mezintirîn sendîqe li Brîtanyayê jî tev li pêngavê bû. Piştre 15 sendîqeyên din û Kongreya Yekitiya Sendîqeyan (TUC) ku bi mîlyonan kes cihê xwe di nav de digirin, jî beşdarî pêngavê bû.

7′ê Sibata 2018′an  Kampanyaya Tomisons a Parêzerî û Şêwirên Qanûnî ya Brîtanyayê ku ji 750 parêzeran pêk tê, tev li pêngavê bû.

Endamên meclisên şaredariyên xwecih ên Ingilîstanê û Meclisa Şaredariya Londonê piştgirî dan doza Rêber Abdullah Ocalan û di 25′ê Îlona 2018′an pêngaveke bi dirûşma "Ji Kurdistanê re edaletî" danbûn destpêkirin.

PÊGAVA  'DEMA WÊ HATIYE, JI BO AŞTIYEKE WEKHEV A LI TIRKIYEYÊ AZADÎ JI ABDULLAH OCALAN RE'

11’ê Çileya 2021′ê, Koma Xebatê ya Kurdan a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATU) pêngavek bi dirûşma 'Dema wê hatiye, ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re' dan destpêkirin.

3′yê Sibatê sendîkayên karkeran ên Îtalyayê COBAS û CUB UNICOBAS beşdarî pêngavê bûn.

5′ê Sibatê jî ji Fakulteya Zanistên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Calabria ya Îtalyayê piştgirî dan pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.  

6′ê Sibata 2021′ê Yekitiya Projeyên Civakî yên Afirîner (ACCP) ya Ganayê jî bi daxuyaniyekî beşdarî pêngavê bû.

9′ê Sibatê, 10 rêxistinên almanî tevlêbûna xwe ji bo pêngavê ragihandin. Her wiha Tevgera Ciwanan a Çepgir a Fînlandiyayê (Vasemmîstonûorte) diyar kir ku ew tev li pêngava 'Dema wê hatiye, ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re' bûye. Vasemmîstonûorte ku ji bo nirxên sosyalîzm, demokrasî, femînîzm, hawirdorparêziya kesk-sor û enternasyonalîzmê tê dikoşe, li 9 herêmên Fînlandiyayê kar dike.

10′ê Sibata 2021′ê, Dibistana Gel a Antonio Gramsci, Kovara çandê ya Îtalyayê Îl Bene Comûne Molîse û Sendîkaya Mamosteyan a COBAS'ê - Sardûnya, tev li pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûn.  Fîlozof Antonio Gramsci yê ji Girava Sardûnyayê got, Sardûnyayiyan eleqeyeke xurt nîşanî karên dîrokî û felsefî yên Rêber Abdullah Ocalan didin.

16′ê Nîsanê jî, 17 rêxistin û sazî û tevgerênên ciwanan a Partiya Kesk a Alman beşdarî pêngavê ′′Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re" bûn.

17′ê Sibata 2022′yan, komeke rewşenbîrên ji welatên Ereban, bi taybetî yên ji Misirê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêngavek danbûn destpêkirin.

′JI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ′

13′ê Gulana 2022′yan, sendîqeyên li Brîtanyayê pêngava xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berfireh kir û16 sendîqeyên din beşdar bûn.

19′ê Îlona 2022′yan, ji 22 welatên cîhanê, 385 parêzer û hiqûqnas ragihandin ku ew amade ne biçin Îmraliyê. Li Rojhilata Navîn û Afrîkayê jî 756 parêzer ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê kir.

27′ê Tîrmeha 2023′yan, Sendîqeya Azadiya Rêber Abdullah OCalan civîneke çapemeniyê li ber avahiya parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê li dar xist û xwest tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

PÊNGAVA CÎHANÎ

10′ê Cotmehê, pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan mezintir bû û li ser asta cîhanê belav bû.

Bi pêşengiya sendîqeyên navneteweyî pêngaveke bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hate destpêkirin. Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêber Abdullah Ocalan, li 74 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin.

Ji 74 navendên cîhanê kesayetên bi bandor, siyasetmendar, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan û jin beşdarî pêngavê bûne ku heta niha dewam dike.

Ji saziyên navdar ên ku beşdarî pêngavê bûne ev in: Sendîqeya Unite The Union û Tora Sendîqeyên Navneteweyî ya Brazîlya. Her wiha parlamenter, senator, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, rojnamvan, rêveberên xwecih, rêxistinên sivîl ên Îtalya, rêxistinên  ji Skotlanda û ji gelek bajaran ji Îngilîstan, Îrlanda, Afrîkaya Başûr, Srî Lanka, Danîmarka, Fîlîpîn, Yewnanistan, Swîsre, Tokyo, Bangladeş, Pakistan, Japonya, Hindistan, Kenya û Amerîkaya Latîn û tevgerên ciwanan ên wekî TCŞ û TekoJIN beşdar bûne.

(bb)

ANHA