Li Hewlêrê teqîn

Hate ragihandin ku li sînorê Hewlêre sê teqînên mezin pêk hatin. Hate zanîn ku teqîn li nêzîkî 3 baregeha partiyeke Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye.

Li Hewlêrê teqîn
30 cotmeh, 2023   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê parve kiriye,  saet di 19:30’an de dengê sê teqînên bihêz li bajarokê Behrikê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê hate bihîstin.

Li gorî çend şahidên bûyerê ku ji  Rojnews′ê re  axivîn, sê teqîn li ser hev ku di navbera wan de çend sanî hebûn, pêk hatine, lê belê li herêma teqîn lê çêbûyî dengê tu balafiran nehatiye bîhîstin,  her wiha tê gotin ku ev cih ji aliyê hêzên koalîsyonê ve ji bo perwerdeyê hatiye bikaranîn.

Çavkaniyan ragihandin ku di encama teqînan de li herêmê şewatek mezin derketiye û tê gotin ku ziyanên canî hene, ji ber ku ambûlans berî dane cihê bûyerê, lê nayê zanîn ka kuştî û birîndar hene yan na.

Her wiha hate gotin, piştî teqînê gelek hêzên ewlehiyê yên li herêmê kom bûne û destûr nayê dayîn ku rojnamevan û çapemenî bûyerê bişopînin.

Li gorî hin şahidên ku ji  Rojnews’ê re axivîn, teqîn li nêzîkî 3 baregeha partiyeke Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye.