klîba bi navê ‘Şehîdên Welatê Me’ hat weşandin

Koma Bêrîvan ku li Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa ya Şengalê xebatên çandî didomîne, bi navê ‘Şehîdên Welatê Me’ klîbek nû weşand. Klîb bi boneya 11’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê hat weşandin.

klîba bi navê ‘Şehîdên Welatê Me’ hat weşandin
22 tîrmeh, 2025   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi nêzbûna salvegera 11’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Koma Bêrîvan ku di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa ya Şengalê de kar û xebatên xwe dimeşîne, bi navê ‘Şehîdên Welatê Me’ klîbeke nû weşand. 

Strana ku gotinên wê yên Ivan Xidir Cudo û muzîka wê jî ya  Evîn Zenda ye, ji aliyê Koma Bêrîvan a Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa ve hate gotin.

Klîba ku amadekariya wê bi mehan berdewam kir, diyariyî şehîdên 74 fermanan û şoreşa azadiyê hat kirin.