Komîsyona NY’yê xwest encamên lêpirsîna bûyerên li peravê werin aşkerakirin

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî bang li desthilata hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku encamên lêpirsîna xwe ya li ser bûyerên peravê aşkera bike. Her wiha komîsyonê diyar kir ku piştî tundiya mezhebî ya li Swêdayê, pêdivî bi hesabpirsînê heye.

Komîsyona NY’yê xwest encamên lêpirsîna bûyerên li peravê werin aşkerakirin
22 tîrmeh, 2025   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Sûriyeyê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku encamên lêpirsîna Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan a li ser bûyerên di meha Adarê de li herêmên peravê qewimîn, ji raya giştî re werin aşkerakirin.

Komîsyonê li ser platforma X`ê diyar kir ku "ew rapora komîsyona serbixwe ya ji lêkolîna bûyerên ku di meha Adara borî de li perava Sûriyeyê qewimîn, bi bîr dixe û li bendê ye ku encamên lêpirsînê ji raya giştî re werin aşkerakirin.”

Her wiha Komîsyonê diyar kir ku bûyerên dawîn ên li parêzgeha Siwêdayê "pêdiviya lezgîn a hesabpirsîn û parastina sivîlan nîşan didin."

Li gorî wezîrê ragihandinê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, komîte dê îro der barê xebatên komîteyê de civîneke çapemeniyê li dar bixe.