Rojnameyên erebî: Siwêdayê lawaziya hikumeta veguhêz aşkera kir

Bûyerên li Siwêdayê nîşan da ku hikumeta veguhêz a li Sûriyeyê nikare projeyeke neteweyî ya berfireh ava bike, her wiha nîşan da ku ew nikare komên çekdar kontrol bike. Li Îranê jî rageşiya leşkerî krîza nukleerî kûrtir dike.

Rojnameyên erebî: Siwêdayê lawaziya hikumeta veguhêz aşkera kir
22 tîrmeh, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî geşedanên li Siwêdayê û zêdebûna rageşiyên li ser mijara nukleerî ya Îranê piştî êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê nivîsîn.

SIWÊDA: DI SIBEROJA SÛRIYEYÊ DE DEMEKE KRÎTÎK

Rojnameya El Ereb li ser geşedanên li Siwêdayê nivîsî. Rojnameyê pêvajoya siyasî, civakî û ewlehî ya civaka Durzî di 13 salên şer de analîz kir.

Li gorî rojnameyê Durziyan qebûl nekir ku li kêleka tu alîyekî, çi rejîm be çi jî opozîsyon be, tev li şer bibin, bi vî awayî ewlehiya deverên xwe parast. Vê yekê hişt ku rejîm rêzê li vê rewşê bigire. Her wiha Durzî tev li guhertina rejîmê ya bi zorê nebûn, lê wan bi rejîmê re tifaq nekir, helwesteke hevseng û serbixwe girt.

Rojnameyê destnîşan kir ku Siwêda wê demê wêran nebû û xelkê wê koçber nebû, berovajî gelek bajarên din ên Sûriyeyê. Ev yek bû sedema hêrsa komên çekdar ên ku piştî hilweşîna rejîmê ketin Şamê.

‘DAN Û STANDINÊN NUKLEERÎ YÊN ÎRANÊ... TIŞTEKÎ NÛ HEYE?’

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa gurbûna aloziyên der barê mijara nukleerî ya Îranê piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser dezgehên nukleerî yên Îranê de kir. Rojnameyê diyar kir ku eger dan û standin bibe dê pir aloz û tevlihev be, ji ber ku Îran qebûl nake bêyî rakirina cezayan hilberîna uranyumê rawestîne, di heman demê de Ewropa dixwaze bê garantî hilberandina uranyumê rawestîne û DYA ya bi serokatiya Trump, ji bo dan û standinan ne bi coş e. Di vê navberê de, Îsraîl hewl dide zexta leşkerî bi awayekî cuda bidomîne.

Rojnameyê da zanîn ku serkeftina dan û standinan bi ewropiyan ve girêdayî ye ku bikarin  valahiya dîplomatîk a DYA’yê tijî bikin û çarçoveyeke lihevkirinê ya nû peyda bikin ku mijarên sereke çareser bikin, wekî mijarên hilberandina uranyumê, lêkolînkirin, rakirina gav bi gav a cezayan û ji nû ve vegerandina Îranê di nava civata navneteweyî de.

‘LUBNAN: DYA’YÊ DEV JI PROJEYA XWE BERDA’

Rojnameya El Nehar bal kişand ser bêbandoriya DYA’yê di mijara rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, tevî peymanên navneteweyî, bi taybet peymana 27’ê Mijdara 2024’an û biryara 1701’an.

Nûnerê amerîkî Tom Barrack di dema serdana xwe ya sêyemîn a li Lubnanê de tekez kir ku Washington nikare Îsraîlê neçar bike ku peymanê bi cih bîne, lê ew hewl dide sedemên têkçûnê çareser bike.

(k)