Kiryarên Tirkiye û hişkesalî cotkarên herêmê tengav kirine
Ji ber kêmbûna avê û daketina asta ava çemê Firatê kêşeyên cotkarên kantonên Reqa û Dêrazorê zêde dibin. Qada çandiniyê jî bi giştî dixe ber metirsiyê.
Li herêmên çandiniyê yên bi bereket li kantonên Dêrazorê, Reqa û Tebqayê, ava çemê Firatê çavkaniya sereke ya avdaniyê ye, lê ji ber ku dewleta Tirk a dagiker ava çemê biriye krîzeke mirovî û jîngehê li van herêman rû daye.
Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku asta ava gola Bendava Firatê daket nêzî 6 metreyan, hişyarî da ku kêşeya ava çemê Firatê girantir dibe. Desteyê her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkê hin çareserî pêşkêş kir.
Cotkarên kantonên Dêrezorê û Reqayê kiryarên Tirkiyê ku çemê Firatê weke navgîneke zextê bi kar bîne rexne kirin.
Cotkarê bi navê Salih El Newaf ji bajarokê Hecîn li gundewarê rojhilatê kantona Dêrezorê got, "Em niha çareseriyên demkî pêk tîne, em pompeyan avê dibin deverên nêzîkî çem. "
Di berdewamiya axaftina xwe de got, "Tevî wê, ji ber bikaranîna zêde ya avên binê erdê û kêmbûna ava çemê Firatê, ava bîran şor bûye û bi kêrî avdanî û vexwarinê nayê. Her wiha lêçûna sotemeniyê û kêmbûna elektrîkê jî barê me yê aborî zêde kiriye. "
Cotkara bi navê Xedîce ElHemed, ji bajarokê Elbûxatir li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê, got: " Bi taybet piştî hişkesaliya li herêmê, kêmbûna avê siberoja me û zeviyên me yên çandiniyê dixe metirsiyê. "
Cotkarê bi navê Ehmed El Barûd ji gundê El Rahiyat ê li bakurê kantona Reqayê ye got, "Kêmbûna avê êdî bandoreke neyînî li berhemanîna çandiya me dike. "
El Barûd her wiha got "kêmbûna asta avê lêçûnên me yên çandiniyê zêde kir, em neçar ku bîrên din bikolin da ku ava avdanê peyda bikin, vê jî barê me giran kir û kêşeyên me zêde kir. Gelek kes jî neçar mane ku rûbara zeviyên xwe yên çandiniyê kêm bikin. "
Der barê mijarê de endamê Yekitiya Cotkaran a Kantona Reqayê Hiweyid El Şewax got: " Eger asta ava çemê Firatê wiha kêm bibe dê rewş ber bi karesatekê ve biçe. "
El Şewax got, "Em dibînin ku zevî hişk dibin û ava çem kêm dibe, ev yek dê bandorê li ser berhemên çandiniyê bike, bi taybet pembû, ceh û zebze yên werza havînê, ku ji werzê zivistanê bêtir av hewce dike. "
Endamê Yekitiya Cotkaran a Kantona Reqayê diyar kir ku çandinî çavkaniya debara şêniyên Reqayê ye û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku ava Firatê berde.
Rêveberiyên çandinî û avdaniyê yên kantonên Reqa û Dêrazorê ji bo kêmkirina bandorên ziwabûna sala 2025’an sê caran mazot li cotkaran belav kir.
(k)
ANHA