Jinên çalakvan: Cihê sûcdarên li dijî jinan di siberoja Sûriyeyê de nîne

Jinên çalakvan tekez kirin ku jinên Sûriyeyê ku di têkbirina DAIŞê de xwedî roleke serek bûn, niha jî xwediyê wê hêz û vînê ne ku dikarin li dijî tawankarên şer û kujerên jinan têbikoşin û li dû wan dikevin heta ku bên darizandin.

Jinên çalakvan: Cihê sûcdarên li dijî jinan di siberoja Sûriyeyê de nîne
19 gulan, 2025   03:45
TEBQA

Ji dema ku desthilata li Şamê yan nû hatiye avakirin, Heyet Tehrîr El Şam (HTS) çend kesên ku li dijî jinan tewan kirine,  li cihên bilind erkdarkirine. Ev kiryar bû sedema hêrseke mezin di nav komên mafên mirovan û mafên jinan de li Sûriyeyê.

Di 10`ê Kanûna 2024an de, desthilata Şamê kesê binvê Şadî Mihemed El Weysî wek Wezîrê Dadê erkdar kir, tevî ku destê wî di îdamkirina du jinan de di sala 2015`an de hebû. Her wiha desthilata Şamê çeteyê bi navê Ehmed El Hayis ku bi navê Hatim Ebû Şeqra tê nasîn, ku yek ji kujerên sereke yên sekretera Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef e, weke serkirdeyekî leşkerî erkdar kir.

Jinên çalakvan di wê baweriyê de ne ku ev biryar helwesteke metirsîdar a ji bo rewakirina tundiya li ser jinan nîşan dide.

Rêvebera Meclîsa Jinan a Zenûviya ya kanton Tebqayê Nûr El Henefî diyar ev  rewş weke "trajîk" bi nav kir û wiha got: "Li şûna ku sûcdarên şer bên darizandin, îro em wan di cihên ku tê xwestin nûnertiya daxwazên gelê Sûriyeyê bikin, dibînin."

Her wiha got ku ev erkdarkirin ji bo siberojeke jinên Sûriyeyê ne tiştekî bi xêr e, lê belê derî li ber tawanên nû vedike.

DESTHILATA DÛRXISTIN Û ÇEWISANDINA JINAN

Cûmana Mihemed, endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûbiya, got ku bêdengiya civaka navdewletî li hember van erkdarkirina "tê wê wateyê ku jinên Sûriyeyê ber bi siberojeke tarî ve diçin, bê parastin û dadwerî ".

Raca Ebdulrehîm, berdevka jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk li Tebqayê, diyar kir ku desthilata Şamê ne tenê jinan di warê siyasî de biçûk dixe, lê di heman demê de vê biçûkxistinê xurtir dike, deme ku erkdariyên bilind dide kesên ku tawanên li dijî jinan pêk anîne, û bi vî awayî hewl dide jinan bi tevahî ji qada siyasî dûr bixe.

Raca Ebdulrehîm di dawiya axaftina xwe de got, "Vîna me ji wan sûcan bihêztir e. Çawa ku me DAIŞ`ê têk bir, em ê sûcdarên şer jî derxin pêşberî dadgeriyê û Sûriyeyeke azad û dadperwer ava bikin."

 Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Tebqayê Barîn Mamû destnîşan kir ku erkdarkirina çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra ji bo fermandariya Firqeya 86'an "bêrzî ye li beramber xwîna şehîdan û bêrêziya li jinên Sûriyeyê ye. "

Her wiha got, "Jinên Sûriyeyê wê nehêlin ev sûcdar bimînin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo Sûriyeyeke nenavendî, piralî û bê sûc bidomînin. "

Banga ji bo daweriyê... û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî

Çalakvanên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez kirin ku bêdengiya civaka navdewletî beramber tawanên li dijî jinan, rê li ber binpêkirinên zêdetir li deverên weke beravê û Suweydayê vedike.

(k)

ANHA