Parlamentera DEM Partiyê: Têkildarî mafê hêviyê hîna tu gav nehatine avêtin’
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku divê dewleta Tirk piştî kongreya PKK’ê gavên bilez biavêje û destnîşan kir ku pêngava ku herî zêde pêvajoyê bi lez bike mafê hêviyê ye.

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û ragihand ku hemû xebatên li ser navê PKK'ê rawestandine. Piştî biryara PKK'ê baldarî kete ser gavên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bên avêtin.
Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan geşedanên piştî kongreyê qewimîn, ji ajansa me re nirxandin.
‘GAVÊN LI HEMBERÎ HEV DÊ PÊVAJOYÊ BI LEZ BIKIN'
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku heke dewleta Tirk gavên pêwîst biavêje dê pêvajo bi lez bibe û wiha axivî: "Banga 27’ê Sibatê ji bo têkiliya Kurd û Tirkan, siyaseta Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gaveke gelekî girîng bû. Bandoreke mezin li herêmê kir. Dema mirov li gavên desthilat û hikumetê dinêre, piştî kongreyê jî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê qet neguheriye. Serlêdanên malbat û parêzeran bê bersiv dimînin. Di vê pêvajoyê de ji bilî hevdîtinên ku DEM Partiyê yên li Îmraliyê tu hevdîtin pêk nehatine. Tevî vê jî kongreya 12’emîn a PKK'ê pêk hat û li gorî banga birêz Ocalan biryarek hat dayîn. Em dikarin bibêjin ku ev pêvajo dê bi destpêkirina gavên berbihev bi leztir bibe. Ev jî dê li Tirkiye û herêmê rê li ber guherînên mezin veke.”
‘DI MIJARA MAFÊ HÊVIYÊ DE HÊ TU GAV NEHATINE AVÊTIN’
Newroz Uysal Aslan got ji bo pêvajo bi ser bikeve divê şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan werin başkirin û wiha pê de çû: "Em nikarin bibêjin ku di warê mafê hêviyê de gavek hatiye avêtin. Bandora birêz Ocalan a li herêmê baş tê zanîn. Di vî warî de wek DEM Partiyê me serî li hemû saziyên navneteweyî da. Rastiya ku azadiya birêz Ocalan dikare bandorê li pêvajoyê bike, divê di vî warî de gavên berbiçav werin avêtin. Mafê hêviyê mijareke hiqûqî ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî ev maf dikare were pêkanîn. Dewleta Tirk dikare vî mafî ku di peymanên navneteweyî de heye, bi kar bîne. Lê tevî hemû hewldanên me jî heta niha di vî warî de tu gav nehatine avêtin.”
'JI BO KU BIKEVIN ZEMÎNA QANÛNÎ Û SIYASÎ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’
Parlamenter Newroz Uysal Aslan bal kişand ser girîngiya derbasbûna ji şer û şîdetê ber bi pêvajoyeke siyasî ya demokratîk ve û got: "Piştî kongreya 12’emîn gelek kes axivîn. Dema em li gotinan dinêrin, em dibînin ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de her kes îşaretê bi birêz Ocalan dike. Ne tenê DEM Partî, hemû hêzên navneteweyî jî vê yekê destnîşan dikin. Heke em lê binêrin ka birêz Ocalan di destpêkê de çi gotiye û em ji nava mercên şer û pevçûnan derkevin û derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bibin, em dikarin xwe bigihînin çareseriyê. Ji bo vê divê gav bên avêtin. Ji bo gavên hiqûqî û yên siyasî bendewarî heye. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev pêvajo di çarçoveya hin qanûnan de bê meşandin. Divê di zûtirîn demê de rewşa birêz Ocalan ku aktorê sereke yê pêvajoyê ye, were sererastkirin. Divê kanalên hevdîtinan bên vekirin. Divê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin. Divê ev komîsyon nexşerêya pêvajoyê bişopîne. Gav bi gav demokratîkbûna dewletê tê hêvîkirin. Divê ev gavên demokratîkbûyînê bi awayekî şefaf bi civakê re bên parvekirin. Gel dixwaze wan gavan bibîne.”
‘KURD LI ROJHILATA NAVÎN BÛNE EGERA HEVSENGIYÊ'
Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku têkoşîna Kurdan a di sedsala dawîn de bandoreke mezin li cîhanê û Rojhilata Navîn kiriye û ev lê zêde kir: "Ji roja destpêkê ya bangê û bi vir ve, mirov bandora vê pêvajoyê ya li ser Sûriyeyê dibîne. Em dikarin bibêjin ku dê Bakurê Kurdistanê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Sedemên navxweyî yên li Tirkiyeyê bandor li Sûriyeyê jî kir. Geşedanên li Sûriyeyê jî bandorek kir ku ev pêvajo xiste meriyetê. Kurd îro li Rojhilata Navîn wek egera hevsengiyê tên dîtin. Ji bo vê jî ev pêvajo ne tenê li parçeyekî, li çar parçeyan, li deverên ku Kurd lê dijîn, dê bandora xwe bike. Gavên ku Kurd di vê pêvajoyê de ji bo yekitiyê diavêjin jî dê bandorê li pêvajoyê bikin.”