Kiralê Urdunê: Plana Trump ji bo Xezayê ji aliyê dewletên erebî û îslamî ve hatiye erêkirin

Kiralê Urdunê Ebdullah El Sanî got dewletên ereb û îslamî plana serokê Amerîka Donald Trump a der barê Xezayê de erê kirine.

Kiralê Urdunê: Plana Trump ji bo Xezayê ji aliyê dewletên erebî û îslamî ve hatiye erêkirin
28 îlon, 2025   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Kiralê Urdunê Ebdullah El Sanî destnîşan kir ku welatê wî bi dewletên ereb û şirîkên din ên herêmî û navneteweyî re der barê plana Trump de koordîne dike. El Sanî got: “Bi rêjeyeke mezin her kesî plan erê kiriye”.

Di daxuyaniya ku Dîwanê Kiraliyetê daye de, El Sanî destnîşan kir ku helwestên dewletên ereb û îslamî nêzîk hev in û gelek dewletên dost jî li ser siberoja doza Filistînê û pêşketinên li Xezayê, cudakirina her du dewletan wek vabijarkeke yekane ya sepandina aştiyê, li hev kiriye.

El Sanî êrişên Îsraîlê yên li dijî Qeterê bi “êrişkarî, nameya ku armanca wê tirsandina herêmê bi hêzê ye” wesifandin. El Sanî ji encamên neyînî yên van êrişan li ser têkiliyên Îsraîlê bi dewletên herêmê re, hişyarî da.

Li gorî raporên amerîkî, plana Trump a rawestandina şer li Xezayê, ji 21 bendan pêk tê. Jê ya herî girîng, rawestandina şer, belavkirina hêzeke navneteweyî li Xezayê, bêçekkirina Hemasê, avakirina “hikumeta demkî” ji filistîniyan, pisporên navneteweyî ji bo birêvebirina kar û barên sivîl.

Her wiha ji nava planê, serbestberdana dîlgirtiyan, radestkirina cenazeyan, serbestberdana girtiyên filistînî, alîkariyên mirovî bikevin Xezayê û xebatên ji nû ve avakirinê, dest pê bikin beyî ku şênî neçarî koçberiyê bibin.

(şx)