Meclisa Aborî û Çandiniyê mekanzîmeya belavkirina mazotê nirxand

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê mekanîzmeya belavkirina mazotê li ser cotkaran nirxand bi şêwazekê ku di belavkirinê de edaletê bi dest bixe.

Meclisa Aborî û Çandiniyê mekanzîmeya belavkirina mazotê nirxand
28 îlon, 2025   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê civîneke berfireh li dar xist. Hevserokên meclis û Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantonê, Komîteya Çandinî û Sewalkariyê, beşa Hilberandina Şînatiyê, beşa Şêwiriya Çandiniyê û Komîteya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li civînê bûn. 

Di civînê de mekanîzmeya girêdayî belavkirina sotemeniyê li ser cotkaran, bi şêwazekê ku mazot bi hêsanî û bi awayekî birêxistinkirî bigihêje cotkaran, hate nîqaşkirin. Her wiha beşdaran, rêbazên pêşxistina xebatên piştgiriya çandiniyê û koodîneya di navbera beş komîteyên têkildar de ji bo ku mewsima çandiniyê bi ser keve, nirxandin.

Di dawiya civînê de, hate ragihandin ku tomarkirin anku qeydkirina di plansaziya çandiniyê de ji sibe ve li gorî belavoka Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dest pê dike.

Komîteyê bang li cotkarên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku serdana komîteyên çandiniyê û yekîneyên berfirehkirina çandiniyê yên li herêmên xwe bikin da ku prosedurên rêziknameyên çandiniyê û ruxsetan temam bikin , her wiha pêdiviyên hilberîna çandiniyê yên pêwîst ji bo berhema nû bistînin.

(şx)