Li Misirê şahiya îmzekirina pirtûkekê û panelek

Li paytexta Misir Qahîrayê şahiya îmzekirina pirtûka bi sernavê “Nenavendîbûn û avakirina Siberoja Sûriyeyê… Rêveberiya Xweser model e” ya nivîskar Leyla Musa hate lidarxistin. Beşdarên şahiyê, gotin “nenavendîbûn ji bo ji nû ve sazkirina hevpyemana civakî ya Sûriyeyê li ser bingeha edaletê û hevbeşiyê dûrî dewleta navendî ya li xwe girtî, firsend e”.

28 îlon, 2025   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şahî, duh li pirtûxaneya Beled a li paytexta Misir Qahîrayê hate lidarxistin. Beriya şahiyê, panelek jî der barê pirtûkê hatibû dayîn. Nivîskar û nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Misirê Leyla Musa di panelê de pirtûka xwe pênase kir. 

Leyla diyar kir ku pêwîstiya “tecrubeya Rêveberiya Xweser” bi nirxandineke zanistî ji ber ku ji bo çareserkirina dewleta navendî, modeleke pratîk e, ji ber wê sedemê pirtûka xwe nivisiye.

Rewşenbîr, lêkolîner, rojnamevan û siyasetmedarên beşdarî panelê bûn, di panelê de gelek mijarên ku pirengiya asoyan der barê siberoja Sûriyeyê de nîşan didin, nirxandin.

Pirsporê kar û barên siyasî û ewlehiya neteweyî Lîwa Xalid Mitawi got: “Xwedîderketina li nenavendîbûnê, roleke mezin di xurtkirina îstiqrara hundirîn de dilîze tabî gereke li kêleka wê pergala siyasî ya zelal hebe.”

Sekreterê giştî yê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Farabî Dr.Muxtar Xabaşî “nenavendîbûn” û tecrubeyên dewletên cîran nirxandin û diyar kir ku “nenavendî” nayê wateya jihevxistinê lê belê di sepandina îstiqrarê de faktoreke sereke ye.

Nivîskar, rojnamevan û koordînatorê Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Îlham Milîcî tecrubeya Rêveberiya Xweser nirxand û got ev tecrube, ji bo parastina nasnameya kurdî di nava projeyeke nîştimanî ya sûriyeyî ya berfireh de, çarçoveyeke pratîkê peyda kir.

Nivîskar û lêkolînerê kar û barên navneteweyî û dîplomasî ya berê Dr. Zîb El Qerale nêrîna xwe ya rexnegir der barê astengiyên li pêşiya pratîkkirina nenavendîbûnê li gel hawîrdoreke siyasî ya sûriyeyî û herêmî ya girêk û rola hêzên erebî têkildarî destwerdanên di kar û barên Sûriyeyê de, pêşkêş kir. 

Mudira edîtoriya rojnameya El Ehram nivîskar Esma El Huseyînî jî balkişand ser rola jinan di tecrubeya Rêveberiya Xweser de, serjimariyên der barê rêjeya tevlêbûna jinan di meclis û saziyan de parve kirin. Esma diyar kir ku ev tecrube, li ser asta herêmê di mijara xurtkirina jinan de û ji bo ku bibe şirîkeke çalak di ji nû ve avakirina siyasî û civakî de, modeleke pêşketî ye.

Serokê berê yê edîtoriya kovarên Oktober û Hîlal, nivîskar û rojnamevan Mecdî El Deqaq destnîşan kir ku nenavendîbûn ji bo ji nû ve sazkirina hevpeyamana civakî li Sûriyeyê li ser bingeha edalet û hevbeşiyê dûrî dewleta navendî ya li xwe girtî, firsend e. El Deqaq anî ziman ku piştî ewqas guhertinan, êdî “navendîbûn” bi kêr nayê û nenavendîbûn bûye vebijarka yekan e.

Serokê Navenda Lêkolînên Îranî ya Xelîc lêkolîner Şerîf Ebdulhemîd ê panel bi rêve biriye got: “Pirtûk, ne tenê nirxandineke teorî ye yan jî wisa tenê fikra kom hev kirine. Lê belê hewldaneke cidî û pêbawer a nirxandina kûr a tecrubeya Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Di dawiya panelê de nivîskar Leyla Musa pirtûka xwe îmze kir û beşdaran gelek pêşniyar der barê meşandina xebatên siyasî û çapemeniyê de destnîşan kir ji bo ku civakên erebî bi tecrubeya Rêveberiya Xweser û doza Kurd bidin naskirin.

(şx)