Kîevê tohmeta Moskovê ya êrişa li dijî cihê Pûtîn derewand

Kîevê diyar kir ku Moskovê tu delîl l iser tohmetên êrişa li dijî navenda serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêşkêş nekirine, Kremlinê jî diyar kir ku wê artêşa "bizane çawa û kengî bersiva êrişê bide".

Kîevê tohmeta Moskovê ya êrişa li dijî cihê Pûtîn derewand
30 kanûn, 2025   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ukraynayê ragihand ku Rûsya tu delîlên maqûl li ser tohmetên xwe yên êrişa bi dronan li dijî navenda bicihbûna serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêşkêş nekirine û ev tohmet bi armanca bandorkirina li rêveçûna pêvajoya aştiyê bi nav kir.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha li ser platforma xwe ya Xˊê diyar kir ku "Moskovê heta niha tu delîlên ku îsbat bikin êrişa îdiakirî pêk hatiye, pêşkêş nekirine. Ev êriş pêk nehatiye û Rûsya bi propagandakirina îdiayên derew di kêliya krîtîk a danûstandinan de tohmetbar kir."

Li beramber wê jî Kremlinê bersivê derewandina Kîevê da û destnîşan kir ku Rûsya ne pabend e ku delîlan pêşkêş bike.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov diyar kir ku wê Rûsya ji bo bersivdana êrişê helwesta xwe ji bo danûstandin hişk bike û artêşa Rûsyayê "Dizane çawa û kengî bersivê bide". Ew yek amajeyê bi rageşiya leşkerî û siyasî dike.

(fr)