Peyama Rêber Abdullah Ocalan di medyaya erebî û cîhanê de

Medyaya cîhanê û erebî cih da peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya sala nû û hewlesta wî ya ji dosyaya Sûriyeyê û çareseriya siyasî re.

Peyama Rêber Abdullah Ocalan di medyaya erebî û cîhanê de
30 kanûn, 2025   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya bi boneya sala nû de bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk, peymana 10’ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de. Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku "Li Rojhilata Navîn qeyraneke dijwar heye û şerên polîtîk hene. Ev jî berdewama despotiyeke hezar salan e ku heta îro tê. Ev jî ji ber feraseta şaristaniya dewletparêz ku li ser desthilatê xwe bi rê ve dibe derdikeve holê, xitimî ye û encamek e ku nikare xwe bidomîne."

Rojname û malperên erebî û yên cîhanê cih da peyama Rêber Abdullah Ocalan. Ji sernavên derketin pêş ev in:

El Erebiya: Ocalan bang li Tirkiyeyê dike ku peymana di navbera Şam û QSD’ê de hêsan bike.

Sputnik: Ocalan bang li Tirkiyeyê dike ku peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de hêsan bike.

Rojnameya El Xelec: Ocalan bang li Enqereyê dike ku di navbera Şam û QSD de rêkeftinekê hêsan bike.

Malpera El Menşer: Ocalan di peyama xwe ya sala 2026’an de bang li Tirkiyeyê kir ku peymana di navbera Şam û QSD’ê de hêsan bike û hişyariya şer da.

Rojnameya El Zeman: Ocalan bang li Tirkiyeyê dike ku peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de hêsan bike.

Ajansa Nûçeyan a Eram: Ocalan di peyameke nivîskî de bang li Tirkiyeyê dike ku pêkanîna peymana di navbera QSD û Şamê de hêsan bike.

Rojnameya El Ereb: Ocalan bang li Tirkiyeyê dike ku ji bo pêkanîna aştiya herêmî peymana Şam-Kurdan hêsan bike.

Hate gotin, peyam ji sembolîkbûnê wêdetir hewldanek e ku pêvajoya siyasî ber bi çareseriyeke bi rêya dan û standinan ve bibe ku hemû aliyan di nava xwe de bihewîne û destkeftiyên Kurdan biparêze.

Her wiha hate diyarkirin ku dema peyamê hesasiyeta pêvajoya heyî nîşan dide ku "Bi nêzîkbûna bidawîbûna dema ji bo peymana di navbera QSD û hikumeta veguhêz de, zêdebûna beşdariya dîplomatîk a Amerîkayê di mijara Sûriyeyê de, hate dayîn. Armanc ew e ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aloziyan dûr bixe."

(b)