Li Reqayê pêşangehek hunerî hat vekirin

Li bajarê Reqayê pêşangeha şêwekariyê bi beşdariya 6 şêwekaran ji kantonê hat vekirin.

Li Reqayê pêşangehek hunerî hat vekirin
Li Reqayê pêşangehek hunerî hat vekirin
Li Reqayê pêşangehek hunerî hat vekirin
Li Reqayê pêşangehek hunerî hat vekirin
Li Reqayê pêşangehek hunerî hat vekirin
Li Reqayê pêşangehek hunerî hat vekirin
Li Reqayê pêşangehek hunerî hat vekirin
30 kanûn, 2025   16:58
REQA

Di çarçoveya piştgiriya tevgera hunerî û çandî li herêmê de, şêwekarên kantona Reqayê pêşangehek bi sernavê "Rengên Azad" vekir, wê sibe jî bidome. Şêwekar bi 45 tabloyan beşdar bûn.

Di çalakiyê de 6 şêwekar beşdar bûn. Her yek ji wan di navbera 2 heya 5 tabloyan pêşkêş kir. Pêşangeh li kafê Feradîs a bajêr hat vekirin.

Tabloyên hatine pêşkêşkirin di nava xwe de mijarên civakî, çand û mirovî, rewşa civakê û hêviyan wan vehewandin.

Bi dehan xelkê kantona Reqayê, şêwekar, rewşenbîr, hevserokatiya Desteya Çandê ya Reqayê tev li pêşangehê bûn.

Şêwekaran diyar kir ku armanc ji vê pêşangehê xurtkirina mozaîka civakî ya pirrengî li Reqa bi taybet û li Sûriyeyê bi gişît ye.

(fr)

ANHA